Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne, doh li ber Parlamenta Swêdê çalakî kirin.

Çalakgeran pankartên bi nivîsên li dijî tecrîdê hildan û tîşortên li ser wan nivîsandî ‘grevên birçîbûnê’ li xwe kirin. Çalakgeran ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan, ji Parlamena Swêdê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê.

Çalakgeran li ser armanca çalakiya xwe gelek belavok jî li xelkê belav kirin.

Ji rêveberên rêxistina bi navê “Em êdî nikarin xwe ragirin” ku ji bo penaberan dixebite, Eva Marta Granqvist serdana çalakgeran kir û diyar kir ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd. Kurdistaniyan jî destnîşan kir ku ew bi biryar in, heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe çalakiya xwe bidomînin.

Rezgar Haidar ku ji bajarê Gavleyê beşdarî greva birçîbûnê bûye, berxwedana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan silav kir.

Ji çalakgeran Makbûle Çolak jî xwest tecrîd bi dawî bibe û Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne.

 

ANF / STOCKHOLM