Mehmûd got, “Weke Tevgera Goran em heta dawiyê li cem berxwedana gelê xwe yê li Bakur e” û anî ziman ku Kurdên li Bakur mafên xwe yên herî rewa û demokratîk dixwazin, weke Tevgera Goran jî ew amade ne di vî warî de wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.
Bihar Mehmûd diyar kir ku weke Tevgera Goran helwesta wan zelal e, lê belê ev helwest bi tena serê xwe têrê nake û destnîşan kir, ku divê çar partiyên di nava hikûmetê de cih digirin, helwest û nerazîbûneke hevpar nîşan bidin.
Wekîl Bihar Mehmûd da xuyakirin ku Kurd di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin, ji bo ev pêvajo veguhere destketiyan Yekîtiya Kurdan şert e.
‘Nikare berxwedanê bişikîne’
Parlamenterê PDK’yî Alî Halo diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê Enfalê dike û destnîşan kir, ku bêdengiya li pêşberî vê rewşê, bi ti awayî bi kêrî yekîtiya neteweyî ya Kurdan nake. Halo bang li rêxistinên Kurdan kir, ku li hemberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin.
Halo da zanîn ku dewleta Tirk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi îlana qedexeya derketina derve re bi awayekî vekirî Kurdan qetil dike û wehşetê dike. Halo got, “Ev yek li dijî mirovahiyê ye, wehşet e. Bi tundî şermezar dikim. Ti hêz li Bakurê Kurdistanê berxwedana gelê Kurd nekarî bişikîne.”
Halo diyar kir ku mafê herî xwezayî yê Kurdan e ku bi vîna xwe bi xweseriya demokratîk re xwe bi rê ve bibin.
Der barê bêdengiya PDK’ê ya li pêşberî van komkujiyan de parlamenterê PDK’yî Halo ev bersiv da: “Li gorî min hemû hêzên Kurd, divê li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Bêdengî, di vê demê de tiştekî were qebûlkirin nîne.”
SILÊMANÎ/HEWLÊR