Şanda Kanadî ji aliyê berpirsê Nûnertiya xweseriya Demokratîk a Rojava li Başûrê Kurdistanê Şêrzad Êzdîn, her wiha Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mûslim, Hevserokê Sîstema Federala Bakûrê Sûriyeyê Mensûr Selom û Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso ve hat pêşwazîkirin.

 Piştî serdanê ku ji aliyê her du aliyan ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn, di daxuyaniyê de yekem ji şanda Kanadî Serokê Rêxistina OFWI (One Free World International) Majed El Shafie axivî, wiha got; “Sedemê ziyareta me, ji bo piştgiriya têkoşîna azadiyê ya Kobanê û Rojava ye.”

Parlamenterê Kanadî Rachael Harder jî wiha got; “Sîstemek me ya pir giring heye ku hikûmet bi rêya parlamentoyê bersiva daxwazên gel dide. Em dizanin di vî alî de hêzên Kurd di aliyê bejahî de îro pir bihêzin. Desteka gel û hikûmeta Kanada ji bo Kobanê û Rojava wê bênavber bidome.”

Piştre jî parlamentera Kanadî Brad Butt ku axivî, wiha got; “Ez jî îro ji bo piştgiriya xwe ya ji wekheviya jin û zilam a li Rojava heyî re bînim ziman li virim. Ji bo piştgiriyê jî em zextê li hikûmeta xwe dikin ku hîn zêdetir destekê bide Rojava û wê ev hewldana me bidome.”  Di dawiyê de jî Hevserokê Sîstema Federala Bakûr Sûriyeyê Mensûr Selom ku axivî, xêrhatina şanda Kanadî kir û wiha got; “Em vê serdan û piştgiriya şanda Kanadî bi wate dibînin. Ji ber îro çeteyên DAIŞ’ê ne tenê li ser Rojava, ji bo hemû mirovahiyê bûne metirsiyekî mezin.” 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ