Kejan, naxwaze li kolanan parsekiyê bike û hewl dide ku xwe muhtacî kesî neke. Huseyin Kejan, ani ziman ku 15 salin zarokên wî ew terk kirine û ji bo ku destê xwe li ber kesî dirêj neke u parseyikê neke bi tena serê xwe dijî û li ser çopan xwarinê kom dike. Kejan, da zanîn ku ji 3 mehan carekê meaşê bêkesan 350 TL distîne û ev pere tenê têra kiriya xaniyê wî dike. Kejan, ku behsa jiyana xwe kir, xemgînî û bêzariya xwe anî ziman û wiha got: "Ez 15 salin bi tenê dijîm. Kes alîkariyê nade min. Tenê xaniyekî min yê xerabe heye. Ew meaşê ku ez digirim tevî didim kiriya xanî. Mirov nikare bêje xanî. Dikare bêje holik. Ez ji 3 mehan carakeê 350 TL meaş distînim. Lê meaş tevî didim kiriya xanî. Ji bo xwarinê tu pere ji min re nabîne. Ji bo ku ez zikê xwe têr bikim ez xwarinê ji ser çopê kom dikin û ji cem cîranan distînim." Kejan, ku dema çiroka xwe vegot kelogiri bû û girî ket xirika wî. Kejan, da zanîn ku 15 salin ji aliyê zarokên xwe ve hat avêtin û wiha got: "Dema ez diçûm mala zarokên xwe digot pereyan ji mere bîne. Heqê xwarina xwe bîne. Ez niha tenê di xaniyekî xerabe de dijîm. Ez nizanim ez dê çikim. Ez dixwazim hin xwedî xêr li min xwedî derkevin.

AMED