Şirîn Emîn di peyama xwe ya bi rêya ajansa RojNewsê ji malbata rojnameger Wedat şand. Şîrîn Emîn di peyama xwe de anî ziman ku desthilatdarên herêmê dijî pênûsa azad in û wiha dewam kir “Ji ber desthilatdarî li bal me navendî ye û her wiha dema serokatiya me derbas bûye, êrîşê pênûsa azad dikin. Em li welatekî wiha de ne ku parlamento hatiye betalkirin û navenda biryarên rasteqîne nîne. Desthilatdar hemû demê li hemberî pênûsa azad in û naxwazin pênûsa azad serî hilde.”
‘Em êşa malbatê parve dikin’
Şirîn Emîn dewama peyama xwe de wiha jî got; “Weke malbata Şehîd Kawe Germiyanî, em êşa malbata Şehîd Wedat parve dikin. Li vir jî peyama me ji bo malbatê ew ku serî li ber ti aliyekî desthilatdar netewînin. Ji ber ku li herêmê ti desthilatek nîne ku rastî guhdarî dengê azadîxwazan bike û di rastiyê de piştgirî û alîkariya doza rojnamegeran bikin.”
‘Ev dijminê pênûsa rast in’
Di dawiyê de Şirîn Emîn dıyar kır ku berpirsên Herêma Kurdistanê ji îradeya pênûsa azad ditirsin û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku bi rêya pênûsa azad hemû nelirêtî û karên wan ên mafyayî bi taybetî yên her du torên ji YNK û PDK’ê pêkhatine derdikevin holê. Ev dijminê pênûsa rast in. Ji bo wê jî hemû demê êrîşê dengê azadîxwaz dikin.”
2013´an hatibû qetilkirin
Rojnameger Kawe Germiyanî di 5’ê Kanûna 2013’ê de li ber deriyê mala xwe ya li navçeya Kelar a Germiyan rastî êrîşa çekdarî hat û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS/GERMIYAN