Weşanên Peywendê kitêbên şair Abdulla Peşêw diweşîne. Berga yekê ya berhemên wî Peywendê beriya niha weşandibû û biha jî berga diduyê bi navê “Şev nîne hûn neyêne xewna min” weşand. Zulkuf Ergun şiirên Peşêw ji Soranî wergerandine Kurmanciyê.
Di vê pirtûkê de şiirên di sê pirtûkên wî de hatine berhevkirin. Ev kitêb jî “Roj nîne li we hêrs nebim”, “Şev nîne hûn neyêne xewna min” û “Birûskçandin” in.
Di kitêbê de hem orjînala şiiran bi tîpên latînî û hem jî wergera Kurmanciyê jî her yekî li ser rûpelekî rûberî hev cih digirin.
Di “Roj nîne li we hêrs nebim” de şiirên Peşêw ên salên 1972-73’yan, di “Şev nîne hûn neyêne xewna min” de şiriên wî yên salên 1973-79’an û di “Birûskçandin” de jî şiirên wî yên salên 1980’yan hene.
Ji 63´yan ve şairtiyeke misêwa
Abdulla Peşêw sala 1946’an de li Hewlêrê hatiye dinê. Di navbera salên 1970-73’yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîkê Hewlerê mamostetî kiriye.
Ew di sala 1973’yan de çûye Yekîtiya Sovyetan û li wir sala 1979’an li Înstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovê (Moris Torez) di beşa Ingilîzî û Rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye. Wî sala 1984’an li Înstîtuya Rojhilatnasiyê ya Moskovê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Wî şiira xwe ya pêşî sala 1963’yan di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî sala 1967’an li Kerkûkê çap kiriye. Heta niha neh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin. Ew niha li Finnlandiyayê dimîne.
Di çarçoveya “Hemû Berhemên Peşêw” de Weşanên Peywendê di sala 2015’an berga yekê ya vê rêzê weşandibû. Kunyeya berga diduyê jî wiha ye: Berga duyê Şev nîne hûn neyêne xewna min, Berg II / Ebdulla Peşêw / Weşanên Peywend / 2019 / 496 rûpel.
AMED