Li Bakur û Rojhilatê Sûrî û li Rojavayê Kurdistanê bi ti hincetê û li ti qonaxa perwerdeyê pere ji şagirtan nayê stendin. Perwerde ji dergûşxaneyan heta bi zanîngehê bê pere ye, materyalên xwendinê û kitêb jî di navê de.

ÎSMET KAYHAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala xwendinê ya 2019-2020´an 1´ê Îlonê dest pê kir. Qederê milyonek zarokî wê bi Kurdî, Erebî û Suryanî mektebê bixwînin. Beriya destpêkirina salê jî di materyalên xwendinê de hin sererastkirin hatin kirin û materyalên nû hatin çêkirin. Mamoste bi xwe, tevahiya havînê li kampan ketin ders û dewrên formasyonê. Hevserokê Perwerdeyê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El Mişrif dibêje, li gelek deveran hîna birînên şerî nehatine pêçan û li hin cihan perwerdeyê di nava xirbeyan de dest pê kiriye. Îsal li 4 hezar û 382 dibistanan bi giştî 39 hezar û 267 mamoste wê dersê bidin qederê milyonek şagirtî. Em bi Receb El Mişrif re li ser perwerdeya li Rojava û pirsgirêkên wê peyivîn.

Receb El Mişrif bi bîr xist ku xwendinê 1´ê Îlonê fermî dest pê kiriye, lê qeydiyan heta 15´ê Îlonê dewam kiriye. Ji ber wê jî ew nikarin hejmarên iseh ji bo hejmara şagirtan bide, lê hejmarên par têra xwe dikarin agahiyekê bidin me ku hejmara şagirtan qederê milyonekê ye: “Di Rêveberiya Xweser de 4 hezar û 382 dibistan hene. Pirr dem lê diçe ku mirov mektebên şerî zirar li wan kirî tamîr bike yan jî yên nû ava bike. Ji ber wê jî hejmara dibistanan kêm e.

Axir, par li van dibistanan û perwerdeya derveyî dibistanan de 39 hezar û 267 mamoste hebûn. Ji ber ku em ji ber sedemên cografî û avhewayî nikarin dibistanên navendî çêkin, carinan mamosteyên me li gund û gundikên 20 şagirt lê dersan didin. Sala par (2018-2019) karne û dîploma dan 772 hezar û 453 şagirtan.”

Fitû tê de nîne Perwerde bê pere ye

Lê gelo derfetên materyalan hene, xwendin bi mesref yan na, li ser van dabaşan jî Receb El Mişrif dibêje, “Ji bo xwendinê di ti qonaxê de û bi ti hincetê ji şagirtan pere nayên stendin. Li gorî vê, hewl tê dayîn ku tevahiya materyalên perwerdeyê jî bê pere em bigihînin şagirtan hemûyan. Beriya sala xwendinê dest pê bike, em hewl didin tevahiya kitêbên dersan û ekîpmanên alîkariyê hemûyan bidin şagirtan. Ji ber ambargoya li dijî Rojava hin zehmetî hene ku em xwe bigihînin hin pêdiviyên teknîkî, nexasim malzemeyên çapxaneyê, kaxez dibin mesele.”

Receb El Mişrif wekî didin dide zanîn ku Komîteya Mufredatê ya Rêveberiya Xweser îsal kariye bersivê bide tevahiya pêdiviyên mufredatê yên herêmên Cizîr û Firatê. Lê ew îşaret bi rewşên xweser jî dike: “Nexasim li deverên nû hatine rizgarkirin û pirsgirêkên cidî yên binesaziyê li wan hene, hîna ev kapasîte nîne. Ji ber wê di peydekirina materyalên perwerdeyê de jî zehmetiyên mezin hene. Ji ber wê jî hin înîsîyatîf dan Meclîsên Herêman. Ji ber ku ew pêdiviyên xwe çêtir tesbît dikin, halê hazir di karê diyarkirina mufredata xwe de jî di rewşeke çalaktir de ne.”

Heta bi lîseyê temam e hedef zanîngeh e

Em bi kula xwe jî dadikevin û jê dipirsin, ka di warê Kurdî de wan çi kiriye: “Bi Kurdî û Erebî ji dibistana destpêkê heta sinifa dawî ya amadehiyê (lîse) kitêbên lazim hemû îsal hatin amadekirin. Hin şaşiyên berê di kitêban de jî îsal bi karekî nijdî bi pirranî hatin sererastkirin.

Li zanîngehên me jî îsal me giranî da ser amadekirina mufredata bi Kurdî. Li gorî plansaziya me ya du salên li pêşiya me, em dixwazin heta bi sala dawiyê ya zanîngehê jî mufredata xwe ya bi Kurdî temam bikin. Wekî din ji bo zimanên dikarin bên bijartin jî xebatên pêwîst tên kirin.”

Gelo ferzek di warê zimanê dayikê de li ser zarokan heye yan na: “Li Rêveberiya Xweser tevahiya zarokan ji sinifa yekê heta sinifa sisiyan divê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Ji sinifa çaran û pê ve her zarok serbest e ku zimanekî duyem ê ku ew tercîh dike fêr bibe. Bi pirranî zarokên Kurd weke zimanê duyem Erebî, zarokên Ereb jî weke zimanê duyem Kurdî tercîh dikin. Zimanê Suryanî jî weke zimanê dikare bê tercîhkirin di mufredatê de heye. Nexasim li wan deverên Suryanî lê pirr in, hin zarokên Kurd û Ereb jî zimanê Suryanî tercîh dikin.”

   

Çend ziman, kîjan ziman?

Li ser meseleya ka gelo zarokekî Ereb li ser daxwaza malbata xwe dikare bi Kurdî perwerde bibe jî Receb El Mişrif bi prensîpa xwe rijd e: “Em pê re ne ku her zarok heta 9 saliya xwe bi temamî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe.” Li gorî wî li navendên zimanê Kurdî ji xwe her kes dikare xwe fêr bike û bi pêş ve bibe.

Lê ma zarokên dê û bavê wan ji neteweyên cihê wê çawa bin: “Heger malbatek ji du komên etnîk pêk tê û zimanê her du koman jî bi kar tîne, hingê wê bi zimanê ku malbat tercîh dike perwerde bibe.”

Ji bo Kurdî mamsote hazir in

Sîstemeke bi temamî nû, çawa dikare mamosteyan ji bo zimanekî di perwerdeyê de nû amade bike, zehmetî çi bûn û ka îro qonaxa gihiştinê çi ye jî, Serokê Perwerdeyê yê Rêveberiya Xweser Receb El Mişrif wisa rave dike: “Destpêkê meseleya mamosteyên bi Kurdî dersê bidin serê me gelekî êşand; lê bi xêra dibsitanên bilind, akademiyan û înstîtuyên perwerdeya Kurdî ev mesele hal bû. Mamosteyên li dibistanên rejîmê xwendî, wekî din mamosteyên li parçeyên din ên Kurdistanê xwendî, yan jî namzetên mamostetiyê gelek hatin Rojava. Bi xêra vê em gihiştin kadroyeke têrker ji bo zimanê Kurdî.

Ji bo mamosteyên ji sîstema rejîmê, pêşî sertîfîkaya têrkeriya di zimanê Kurdî de dan wan. Bi perwerdeyên havînê û li akademiyên xurtkirinê jî li gorî felsefeya perwerdê ya Rêveberiya Xweser tên bipêşvebirin. Ev karê hanê jî misêwa dewam dike.

 
 

Dibistanên Suryanî û Ermeniyan

   

Receb El Mişrif got, li gelek dibistanên li herêmê yên Suryanî û Ermenî zimanê Erebî zimanê xwendinê ye û mufredat jî ya rejîmê ye û wiha meseleyê rave dike: “Bi pêşengiya Komîteya Perwerdeyê ya Suryanî ya li Rêveberiya Xweser demeke dirêj minaqeşe hatin kirin. Li van dibistanan ji bo ders bi zimanê Suryanî bê dayîn û mifredat bê çêkirin xebat dewam dikin.

Li derveyî vê di nava Suryaniyan de hin derdorên alîgirê rejîmê hene û ew israr dikin ku li van dibistanan mufredata rejîmê bidin xwendin. Tevî vê jî mufredata ji bo xwendina bi zimanê Suryanî hatiye amadekirin. Niha xebatek heye ji bo ku li dibistanên ser bi dêrê ve hem jî li dibastanên li Dêrîk, Tirbespiyê, Qamişlo û Hesekê, ji bo bipêşxistina zimanê Suryanî xebat tê kirin.