Yek ji van jî dayika Bêzar Bîngol e ku sê zarokên wê her yek jê li nava refên HPG, YPG û YPJ'ê de cih digirin e. Bîngol ku keç û kurekî wê niha li Kobanê di nava berxwedana Kobanê de cih digire, zarokekî wê jî li nav refên HPG'ê ye. Dayika Bîngol dibêje; "Kurê min ê bi tenê li malê ma hat cem min, ji min re goti 'Dayê di van şert û mercan de, di vê rewşa ku Kobanê tê de ye de ez nikarim li vir bimînim û bi vî rengî lê temaşe bikim. Ez ê biçim û heta azadiya Kobanê jî ez ê venegerim' û xatir xwest." Dayika Bîngol diyar kir ku ji bo nêzî zarokên xwe be ew hatiye ser sînor û got, "Ji vir, mîna ku bêhna wan tê min. Li vir benda roja serketina Kobanê û hembêzkirina zarokên xwe me."
Dayika bi navê Fatma Bîlen a 60 salî, ya kurekî wê li nav refên YPG'ê şer dike anî ziman ku kurê wê yê li Stenbolê dijiya, ji ber ku nema dikarî li êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê temaşe bike çûye Kobanê û di nava berxwedanê de cih girtiye. Bîlen got, "Kurê min li vir, li eniyê ji bo gelê xwe û rûmeta xwe şer dike. Ez jî, ji bo di kesayetiya kurê xwe de destekê bidim hemû berxwedêran hatime ser sînor û tevlî nobeda berxwedanê bûme."
RIHA