Polîsên Bonnê jî di çerçoveya agahdarkirin û plansaziya pîrozbahiye 21'ê Adarê roja Şemiyê pêk tê bi bilavkirina belavokên Kurdî beşdarên Newrozê ji bo çûyin, hatin, park û tevgera were kirin agahdar kirin.
Belavoka Polîsan a bi ser navê, "Agahdarî ji polîsê bajarê Bonnê" de û belavoka agahdariyê bi gotinên, "Hêjanên beşdarê meşê û mîtînga NAV-DEM e.V. hûn bipêr hatin bajarê Bonnê" dest pê dike.
Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku beşdar îsal wê nikaribin biçin cihê pîrozbahî pêk tê 'Freizeitpark-Beule/Rheinau' û sedema vê yekê jî mîna girtina auotaba A-562'an hatiye destnîşan kirin. Di belavokê de tê xwestin li parkên fermî yên bajêr erebe werin park kirin.
Di belavokê de tê ragihandin otobûs wê beşdaran li cihê çaliyê deynin û biçin parkê û dema çalakî bi dawî bû cereke din herin cihê çalakiyê. Her wiha parka nêzî cihê pîrozbahiyê jî ji beşdarên bi otobûs û wesayitan diçin re tê pêşniyar kirin û tê bibîrxistin ku ji otobûs û wesayitan re Pûtzchens Mart (Bonn/Bauel/Pützchen) hatiye amade kirin. Navnîşana vê parkê jî mîna Markstrassê 53229 Bonn hatiye ragihandin. Di belavokê de ji ber parknekirina li cihê qedexe û şaş hişyarî tê kirin ku cezayên pere û kişandina otomobîlan wê were rojevê û çend parkên din ên polîs ji bo kesên bi wesayitan diçin Bonnê jî tevî adresên wan hatine jî hatine pêşniyar kirin ev in:
Parkhaus an der Oper (53111 Bonn, Brasserufer 1), Stiftgarage (53111 Bonn, Kölnstraße 10).
Ji bo înformasyona bêhtir û agahdariyê jî navnîşanên internetê yên polîsên Bonnê hatine nivîsandin: www.bonn.polizei.nrw.de www.facebook.com/Polizei.NRW.BN
BONN