Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi dehan kes beşdar bûn de berpirsên PYD’ê yên Amûdê Adil Mele Emîn û Leyla Birahîm axaftin kirin. Mele Emîn da zanîn ku sîstema xweseriya demokratîk bingeha xwe ji jiyana bihevre ya gelan digire û wiha got, “Rêberê Gelê Kurd herî dawî bi nameyekê bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir ku sîstema xwe ya demokratîk ava bikin û di çarçoveya biratiya gelan tevbigerin. Em jî ji bo gelên Rojhilata Navîn xweseriya demokratik esas digirin û ev felsefeya Rêberê me ye. Rejîma berê li ser bingeha kembera Ereb tevdigeriya. Hemû qewmên din ên li Sûriyê jiyan dikirin nedinasîn û ew nedipejirandin. Lê êdî ev rejîm û system ruxiyaye. Lê ev nayê wê weteyê ku dê demokrasî û azadî pêk bê. Ji bo vê têkoşîn esas e. Em jî wekî PYD’ê ji bo Sûriyekî demokratîk, sîstema xweseriya demokratîk têdikoşin.”
Rêvebera PYD’yê ya Amûdê Leyla Birahîm jî li ser rola jinan a di sîstema xweseriya demokratîk de axivî û diyar ki ku rola jinê di avakirina xweseriya demokratîk de esas e û wiha dom kir: “Jin di avakirina jiyana nû de xwedî rolekî esas e. Mirov dikare bêje ger ku jin rola xwe bilîze dikare civakek demokratîk ava bike. Divê jin di vê dema şoreşê de di nava rêxistinan de cihê xwe bigirên.”
Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû. Hate zanîn ku YPD wê civînên danasîna sîstema xweseriya demokratik li bajarê Amûdê bidomîne.
ANHA/AMÛDÊ