PYD' ê Newroz li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn Pîroz kir. PYD’ê got ku em soz didin heta armanca wan a azadî, demokrasî, biratiya gelan û konfederasyona demokratîk a Rojhilata Navîn pêk were, ewê li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bimeşin û wê bi hêza fikrê Ocalan têbikoşin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bi munasebeta Newrozê daxuyaniyeke nevîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Newroz bi ruhê berxwedana gelên Mezepotamya, di dîroka xwe ya li dijî zilm û zordariyê de bi şoreşa Kawayê  hesinkar re stûnên zilm û desthilatdariyê hatin şikandin û kelehên azadiyê ronî bûn.


Berxwedana Kawa gihiştiye Rojava
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana Kawa yê Hemdem a di zindana Amedê de, hemû alî kirin yek û li dijî desthilatdariyê evsaneyek nû nîşan da, hêza gelan kir bahozek li dijî desthilatdar û zaliman. Hate gotin ku îro bahoza berxwedana Kawayê hemdem gihiştiye Rojavayê Kurdistanê.  Di berdewamiya daxuyaniyê de Serhildana 2004'an hate bibîranîn û hate got ku gelê Rojavayê Kurdistanê kesên weke Bavê Cûdî, Şîlan Kobanê û Mamoste Osman û bi dehan kesên din ji bo azadiyê diyar kirin û hîn fedekariya xwe dewam dike. Hate destnîşankirin ku şoreşa azadiyê li Rojava destpêkiriye, wê bandora xwe li hemû perçeyên Kurdistanê bike û wa em dibînin ku dewleta Tirkiyê ya Faşist hewara xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibe. 

ANF/QAMIŞLO