
Partiya ku cara yekemîn li bajarê Qamişloyê kongeriya xwe ya giştî li dar xist û di bernameya partiyê de guhertin pêk anîn, piştre jî li bajaran navend vekirin. PYD ku di 20´ê Îlona 2003´an de hatiye damezrandin, di 9´emîn salvegera damezirandina xwe de, pêngava birêxistinkirin û perwerdehiyê da destpêkirin. PYD bi vê pêngavê dixwaze hem gel birêxistin bike, hem li dijî êrîşan bisekine û hem jî di avakirina yekîtiya kurdan de rola xwe bilîze. Endamê Desteya Birêvebir a PYD ê Nûrî Mehmud der barê mijarê de ji ANF ê re axivî.
Li hemberî rejîmê têkoşîn
Nûrî Mehmud, diyar kir ku ji roja damezirandina partiyê û heta roja îro, li Rojavayê Kurdistanê li hemberî sîstemek faşîst û dîktator ku bi zulm û zorê civakê birêve dibe, wan dest bi têkoşînekê kiriye. Mehmud, anî ziman ku li hemberî sîstema heyî, armanca wan azadiya gelê kurd û gelên din ên li Suriyeyê bû û got; "Armanca me avakirina civaka demokratîk e. Em di nava gel de aktîf bûn, hatin pejirandin, loma em rastî gelek zor û zehmetiyan hatin. Li hundir û derve gelek êrîş pêk hatin. Ji bilî êrîşên dewletê, dewletên cîran, kesên noker û derdorên dixwazin li ser pirsgirêka kurd rant bidest bixin êrîş pêk anîn. Bedela vê giran bû. Gelek hevalên me yên hêja şehîd ketin. Gelek hevalên me hatin girtin."
Xwe dispêre îradeya gel
Mehmud, diyar kir ku partiya wan bi fikra ku xwe dispêre rêveberiya gel diparêze û dixwazin gel bibe îrade û ev jî weke bingeha xweseriya demokratîk pênase kir. Nûrî Mehmud, destnîşan kir ku di warê çareserkirina pirsgirêkan de ew berovajî partiyên din difikirin û xwe li ser esasê îradebûna gel birêxistin dikin, ji ber vê yekê sîstema dewletî, sermayedariyê ji vê yekê aciz dibin, partiya wan qebûl nakin û êrîşan pêk tînin. Mehmud, anî ziman ji ber ku gel ramanên partiya wan dipejirîne û xwedî lê derdikeve, ev êrîş pûç derdikevin.
Mehmud, destnîşan kir ku sîstema dewleta nîjadî, sinaî û olî êdî civak anîne asta teqînekê û serhildanên gelê ereb wekî mînak nîşan da. Mehmud, got ku wan li hemberî vê yekê sîstema xwezayî esas girtiye û ev jî wekî projeya xweseriya demokratîk bi nav kirine. Mehmud, got ku ev rêveberiya gel e û hemû reng, deng, netew, çand û bawerî dikarin di nava vê sîstemê de xwe bi rêxistin bikin.
Li ser mijara ku projeya xweseriya demokratîk ji aliyê gel ve çiqas hatiye fêmkirin û pejirandin jî Nûrî Mehmud weha axivî: "Projeya me ya xweseriya demokratîk, li Rojavayê Kurdistanê rewşek cuda derxist holê. Ji aliyê parastin, siyasî û civakî ve di nava gel de fikra berpirsyariyê derxistiye holê. Gel li ser van nîqaşan dike, hinekê fêm dike, lê di asta ku tê xwestin de nîn e. Hîn nehatiye wê astê ku gel xwe bi xwe birêve bibe. Birêxistinkirin û perwerdehî pêwîst e, lê dîsa jî ger ku niha li Rojavayê Kurdistanê rewşek ji ya Suriyeyê cudatir û aramiyek hebe, ev bandora projeya xweseriya demokartîk e."
Rêxistinbûn berfireh bikin
Mehmud, destnîşan kir ku rewşa li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê, li ser wan ferz kiriye ku ji bo avakirina sîstema xwe xebatên birêxistinkirinê zêde bikin, partiya xwe bi hêz bikin û wiha dom kir: "Ev dem jî, ji bo me fersendek mezin bû. Ji ber ku derfet ketin destê me, pêvajoya şoreşê destpê kir. Pêngava yekemîn jî pêkanîna kongreya giştî ya partiyê bû û me li Qamişlo pêk anî. Piştî kongreyê, me dest bi xebatên birêxistinkirina partiyê kir. Di vê çarçoveyê de hema bêje li hemû bajaran me rêveberiyên xwe diyar kirine. Dîsa em li bajar, navçe û taxan xebatên perwerdehiyê dimeşînin."
Ji hemû beşên civakê piştgirî
Mehmud, anî ziman ku partiya wan ji hemû beşên civakê re vekiriye û heta niha nêzîkahiyên gelekî baş hene. Mehmud, diyar kir ku partiya wan her ku diçe mezin dibe, loma jî belkî navendên wan vekirine niha nebin bersiv, lê ew ê di demên pêş de vana zêde bikin. Mehmûd, got ku nêzîkahiyên partî, rêxistin û saziyan jî gelekî baş û erênî ye û ev jî ji bo têkiliyên di navbera hemû partî û rêxistinan de tiştekî baş e.
Pêngava pêrwerdehiyê
Derbarê xebatên dema pêş de jî Mehmud, bal kişand ji bo ku projeya xweseriya demokratîk derbasî her qadên civakê bikin, wan pengava birêxistinkirin û perwerdehiya gel daye destpêkirin û weha got: "Em ev pêngav niha li Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, lê di pêşerojê de em dixwazin li tevahiya Suriyeyê pêk bînin. Me ji bo hemû hêz û partiyên din jî ev proje wekî çareseriya pirsgirêkan pêşniyar kiriye û em dixwazin bi vê sîstemê pirsgirêkan çareser bikin. Di vê çarçoveyê de di serî de em ê kadroyên xwe yên ku wê vê sîstemê di pratîkê de pêk bînin û bi gel bidin fêmkirin zêde bikin. Ji bo vê jî em ê li hemû bajar, tax û kolanan perwerdehiyan bidin. Dîsa em ê bi perwerdehiyan fikra civaka xwezayî û exlaqî bidin gel da ku ji bandora sîstema dewletî rizgar bibe û xwe bi xwe bi rê ve bibe."
Mehmud, da zanîn ku ew ê li ser vî esasî semîner, civîn û mitîngan li dar bixin û wiha dom kir: "Jixwe heta niha me li herêma Cizîrê gelek civîn û semîner li dar xistin. Lê ev têrê nakin, em ê zêdetirîn girîngiyê bidin perwerdehiya gel. Ji zarok, jin, ciwan heta pîr û kalan em ê hemû beşên civakê perwerde bikin."
Hewldanên yekîtiyê xurt bibin
Nûrî Mehmud, li ser xebatên yekîtiya kurdan jî, destnîşan kir ku yekîtiya netewî ancax bi riya civakê dikare pêk were. Mehmud, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Tişta niha di navbera hêzên kurd de çêbuye, tifaqa di navbera rêxistinan de ye û têrî yekîtiyê nake. Lê dîsa jî ev tifaq li hemberî derve kurdan li dora yek fikrê dike yek, lewma pêngavek serkeftî ye. Lê ji bo ku bibe yekîtiya neteweyî, divê civak erê bike, qebûl bike. Em jî wekî PYD ê, ji bo pêkanîna yekîtiya kurd çi ji destê me bê em ê bikin û di vî warî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em jî wekî parçeyek vê tifaqê ji bo pêşketiya yekîtiyê tişta ji destê me tê, em ê bikin."