Li bajarê Îtalya Alessandria jî, bi armanca destekkirina Kobanê gelên Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî li Meydana Azadiyê çalakî lidar xistin. Bi sedan kesên ku ji bo Kobanê dirûşme qîriyan, li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê lidar xistin.
Kurdên li bajarê Îtalya Bolzano dijîn, li Meydana Walterê civiyan û ji bo Kobanê çalakî lidar xistin. Çalakgeran dirûşmên "Vîva Kurdistan", "Vîva Kobanê", "Ji Kobanê re Azadî" qîriyan û gelek belavokên bi zimanê Îtalî belav kirin. Li paytexta Fransa Parîsê komek ji endamên Ciwanên Azad Gare du Nord dagir kirin. Çalakiyê bi qasî saetekê dewam kir û rastî pêwendiya derdorê hat.
Li bajarê Lugano yê kantona Îtalyan Tessîn a Swîsre Kurdistanî û dostên wam ên hatin gel hev xwedî li berxwedana Kobanê derketin. Gelek sazî û dezgehên Swîsreyî û Îtalyan jî piştgirî dan meşê.Kurdên li bajarê Toronto yê Kanada çalakiyên xwe yên ji bo Kobanê didomînin. Kurdan û dostên wan îro ji ber Konsolosxaneya DYA heta Konsolosxaneya Tirk meşek li dar xistin.
Yek ji welatên Ewropayê ku bê navber û bi xurtî çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê pêk tên Swêd e. Li bajarên Gevle, Stockholm, Goteborg, Ostersund, Jonkopîng, Kobîng, Umea, Kalmar, Vaxjo Falkopîng gel li qadên çalakiyê banga xwedîderketina Kobanê kir. Bi armanca piştgiriya ji Kobanê re li paytexta Almanya Berlîn û Hannoverê bi tevlîbûna dehezaran kesan meşeke girseyî hat lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN