Kedkarên herêma Cizîrê û endamên Desteya Şaredariyê û Hewîrdorê xwedî li kedkarê mezin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin û bi dirûşmeya `Bi yek dengî, bê kedkarê mezin jiyan nabe` dest bi meşa ji Qamişlo heta Amûde kir.
Endamên Desteya Şaredariyê û Hewîrdorê yên herêma Cizîrê û Yekîtiya Karkeran li ser asta herêma Cizîrê ji bo Ocalan dest bi meşê kir. Meşê ji gundê Hîmo yê bajarê Qamişlo bi dirûşmeya ʺEm soz didin ku em ê pergala Îmraliyê têk bibin û bi Rêber Apo re azad bijînʺ saet 9:00´an dest pê kir.
Bi sedan jin, mêr, keç û xortên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe berdilkên wêneyên Ocalan li ser, li ber xwe kirine. Bi gotina `Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok Apo` ber bi navçeya Amûde ya kantona Qamişlo li herêma Cizîrê dimeşin.
Heyva Sor a Kurd jî ji bo destwerdana rewşên awarte tevlî meşê bûye.
ANHA / QAMIŞLO