
Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed rizgarkirina 2 taxên Reqayê doh 1´ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û di roja yekê ya Cejna Qurbanê de ragihand û got, “Bi ruhê fermandar Şevîn, Xerîb Welat û Ebû Emced ên qehreman, em ê têkoşîna xwe heta azadiyê bidomînin.”
Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed, bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da, pê re jî mizgîniya rizgarkirina 2 taxên din ên Reqayê da raya giştî.
Cîhan Şêx Ehmed di destpêka daxuyaniya xwe de, bi navê hemû şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şervanên Xezeba Firatê yên li eniya pêş, Cejna Qurbanê li gel pîroz kir.
Keleyên DAIŞ´ê bi serê wê de hilweşiyan
Di daxuyaniyê de Cîhan Şêx Ehmed got, “Di vê rojê de em ji gelê xwe re radigihînin ku me taxa Reqa ya Kevn û Taxa Diriyê ji çeteyan rizgar kiriye. Ev her du taxên navbirî kelehên DAIŞʹê yên herî stratejîk ên bajarê Reqayê bûn. Di van taxan de şerê herî dijwar ku ev zêdeyî mehekê rû dide, qewimî. Bi saya berxwedan û fedekariya şervanên me ya di çarçoveya Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê de 65 ji sedî yê bajarê Reqayê ku 14 tax di nav de hene ji çeteyan hatin rizgarkirin.”
Berdevkê Odeya Operasyonê ya pêngava Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed li ser taxên rizgarkirî ev agahî da:
“Taxên Sebahiye, Romanî, Hitîn, Kerîm, Qadisiye, Yermûk, Nezlet Şihade, Hîşam Bin Ebdil Melik, Meşleb, Sînaa, Bayatî, Reqa ya Kevn ku taxên Mensûr û Rafqa jî di nava de ye û taxa Diriye.”
Li şeş taxan şer e
Cîhan Şêx Ehmed li ser mijarê wiha dewam kir: “Li şeş taxan jî hîn şer bi dijwarî didome. Taxên ku şer li wan didom in jî ev in: Taxa Berîd, Emîn, Rewda û Taxa Rimêla.
Ev serketinên hatine bidestxistin diyariyên şehîdên me ne, diyariya herî mezin jî wê rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê be.
Bi ruhê hevala Şevîn a fermandar, Xerîb Welat û Ebû Emced ên qehreman, em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin da ku hêviya xwe ya ji bo wê tekoşînê, pêk bînin. Em ê xeta şehîdên xwe yên ji bo azadiya Sûriya pirreng pêk were tiştên herî giran buha feda kirine, bişopînin.
Em soz didin gelê xwe ku em ê rehet nebin heta ku em aramî û aştiyê li welatê xwe pêk bînin.
Şehîdên me ew minare ne ku rêya me ronî dikin. Gelê me yê berxwedêr hêz û piştgiriya me ne. Li mirovahî hemûyî bi xêr û xweşî be. Serketin sernavê fedekarî û tekoşîna me ye, bi wê, em ê armancên xwe yên mirovahiyê û pîroz pêk bînin.
Şehîdên me sax in ti carî namirin, bijî Sûriya azad, Bijî berxwedana gelê me yê qehreman.”
Çete diqedin
Li taxên Diriyê û Mirur ên Reqayê ku hat ragihandin bi temamî hatine rizgarkirin, pêr bi şev şerên giranhebûn. Doh di roja 87`an a Cenga Mezin de hat eşkerekirin ku di şerê li her du taxan de 2 jê sekvan, 19 çete hatine kuştin. Di şer de li taxa Mirur, maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan jî hate rûxandin.
YAT’ê li Tebqayê pêşî li komkujiyê girt
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi YPG’ê, li navçeya Cirniyê ya bajarê Tebqayê, çeteyekî DAIŞ‘ê yê ku ji bo komkujiyê bike bombe amade kiribû, berî biteqîne zevt kir. YAT´ê doh saet 10:33’an li navçeya Cirniyê, dema çeteyekî bi navê Ebû Xelîl Idlîbî xwest mayînekê di nava gel de biteqîne û komkujiyeke mezin bike, bi saxî ew tevî mayîna wî girtin. Bi vî rengî pêşî li komkujiyeke mezin a di roja cejnê de hate girtin. Navçeya Cirniyê ya Tebqayê, li başûrê rojhilat ê Bendava Tişrînê ye.