Di Atlasa Nîgaşan de, nivîskar Omer Raman (1981, Serê Kanîyê ya Serxetê), ku ji ber têkoşana bo azadîya Kurdistanê di bendîxaneyê de dîl e, me digerîne li nava windageha hest û nîgaşên ku hatine birînkirin bi kêreke ko û zingargirtî.

Di çîroka ‘Hewara Di Bîrê De’ de, ku ji çar beşan pêk tê me dibe janistana hestên gevizandî di bêrma bîrhatîyên keserkêş ên gîyanên zarokên vî welatî di nava bîrên asîdê de. 

Çîroka ‘Hewara Di Bîrê De’ di sala 2014'an de di Pêşbazîya Çîrokan a Şerzan Kurt de xelata yekemîniyê wergirti bû. Nivîskar bi dilşewatî kitekitên nîgaşî û hestane yên bişaftina wan gîyanan vedibêje.

Di çîroka Pira Bêdeng de, Omer Raman me dike guhdarên serpêhatîya pira kevnar a ku reh û rîşên xwe berdane dilê axa vî welatê ku bûye nîşangeha bêwijdanîyê; pira ku dixwazin noq bikin di nava ava li jêra wê de. Di Atlasa Nîgaşan de, Omer Raman hestên xwe yên rastîn û qudûmşikestî ro dike di pîyaleya keserkêşîya me ya hevdem de. 


Kedeke mezin

Weşanxaneya Lîsê di sala 2004'an de piştî gelek gengeşe, civîn û guftûgoyên dûr û dirêj, ji alîyê çend rewşenbîr, nivîskar û wergêrên Kurd ve hate damezirandin. Di destpêka danûstandinan de, xebat li ser pêdivîyên zimanê Kurdî hatin kirin. Pirsa sereke ew bû ku ji bo vejandina ziman û wêjeya Kurdî, pêwîstî bi çi heye; gelo weşangerîyek çawa dikare koka vî zimanî xurttir bike, bîra wî kûrtir bike û ayendeya wî geştir bike. 

Di nava deh salên xebatên Weşanxaneya Lîsê de, nêzîkî 250 berhem hatin weşandin. Di sala 2007'an de, Weşanxaneya Lîsê dema seta Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî weşand, vê setê dengekî mezin veda di nav nivîskar, rewşenbîr û xwînerên Kurd de û hîn jî bandoreke mezin li xwîneran dike ji ber ku cara yekem li Bakurê Kurdistanê, di nava dilê Amedê de, xwîner ew qas berhemên sereke li ber destê xwe dîtin. 


 AMED