Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereban ên Kantona Cizîrê idîayên Rêxistina Efû ya Navnetewî  (Amnesty) ku di rapora xwe ya dawiyê ku di 13’yê Cotmeha 2015’an de derbarê pêkanîna Hêzên YPG/YPJ’ê, kiryarên koçberkirina welatiyan bi darê zorê û wêrankirina malên wan de weşandibû, şermezar kir û got: “ Pêwîst e rêxistin di dema amadekirina raporên xwe derbarê herêmekê de têkiliyên xwe bi rûspiyên êlan wê herêma re çêbike.”

Meclîa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê ku ji êlên “El-Cihêş, El-Begara, El-Niêm, El-Şerabî û êla El-şemer” pêk tên û nûnerên pêkhateya Suryan Îshaq Ezîz û Tonî Kîso li gundê Hîmo ya girêdayî Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civîna ku bi beşdariya gelek endamên dezgehên çapemeniyê hate li darxistin de daxuyaniya Meclîsa  Rûspiyên Êlên Ereb derbarê  idîayên Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty) ku di rapora xwe ya dawiyê ku  derbarê pêkanîna Hêzên YPG/YPJ’ê weşandibû, ji raya giştî ya cîhanê re hate xwendin .

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê Îyad Mihemed El-Dexîl ve hate xwendin.

Îyad Mihemed El-Dexîl wiha got: “ Di 13’ê Cotmeha 2015’an de raporek ji aliyê Rêxistina Efû ya Navnetewî  (Amnesty) ku ji aliyê Şêwirmenda Qirîzan a Rêxistinê Lema El-Feqîh ve hatibû amade kirin û têde Hêzên YPG/YPJ’ê tewanbar dike ku sûcên dij mirovahî bi heqê welatiyên herêmê kiriye û mallên wan rûxandine. Her wiha di raporê de hatiye gotin ku wan agahî ji şahidên ji herêmê girtine û wêne ji Satellite girtine. Agahiyên ku di raporê de derbarê pêkanîna Hêzên YPG/YPJ’ê  koçberkirina niştecihên Ereb ji gundên wan hatine ziman ji rastiyê dûr in û derew in. Em weke Meclîsa Rûspiyên Êlên Kantona Cizîrê em bi tundî tiştê ku di rapora Rêxistina Efû ya Navnetewî de hatiye ziman şermezar dikin. Li herêmê Ereb, Kurd, Xiristiyan û Êzîdî bi sedê salan in, di welatekî de bi hevre bi ewle û aştiyane dijîn. Şîn û şahiyên wan yek in û her kes xwedî maf e.

Ger ku hûn dixwezin bi awayekî rast tiştê ku li herêmê tê jiyîn tekez bikin, diviyabû ku we bi me Rûspiyên Kantonê re têkiyên xwe danîne, ji ber ku em bêhtir bûyerên ku li herêma me rû dane, nas dikin.”


’Em îdîayan qebul nakin’

Her wiha di daxuyaniya Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereban ên Kantona Cizîrê de hat bilêvkirin ku ew têkilî bi welatiyên herêmê re derbarê agahiyên ku di rapora Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty) hatiye ziman, danîne lê welatiyan tiştê ku li ser zimanê rêxistinê hatiye weşandin, înkar kirin.


Ji bo ewlehiya welatiyan hin gund hatin valakirin

Daxuyaniya rûspiyan bi vê rengî dewam kir: “Beriya demekê dîsa raporên ragihandin Hêzên YPG/YPJ’ê bi bi heman tewanbariyê sûcdar kiribûn. Me têkilî bi welatiyan re derbarê wê yekê de danî. Agahiyên ku wan dezgehên çapemeniyê ragihandibûn derew derketin.Mînak agahiyek ji me re hat ku Hêzên YPG/YPJ’ê Hêzên Asayîşê birayên me yên Ereb ji Çiyayê Kezwana qewîtandine. Me Rûspiyên Êla Begara  û rûspiyên Herêmê şandeyek mezin ava kir û serdana Hêzên YPG/YPJ’ê kir. Em 4 saatan bi wan re civiyan û me detayên leşkerî gotûbêj kirin. Lê gundên ser ve Çiyayê Kezwana herêmên pevçûnên bi çeteyên DAIŞ’ê re bûn. Ji bo parastina birayên me yên li herêmê jiyan dikirin. Me bi YPG/YPJ’ê re li hev kir ku ji bo parastinê em welatiyan ji herêmê derxînin. Ji ber ku dijmin cudatiyê nake navbera sivîl û leşkeran. Ev rastî ye. Pêwîst e Rêxitin agahiyên tekez ji çavkaniyên xwe werbigire.

Dema ku birayên me yên Asûr ji gundên Xabûr koçber bûn. Dîsa Hêzên YPG/YPJ’ê bi tewanên derew hatin tewanbarkirin. Dema ku em bi welatiyan re axivî. Rastî eşkere bû ku çeteyên DAIŞ’ê ew koçber kirine û malên wan rûxandine.”


DAIŞ’ê mal wêran kirin

Rûspiyên Kantona Cizîrê ragihandin ku ew dibêjin wêrankirin çêbû lê ne wek ku we di rapora xwe de aniye ziman e û wiha pê de çûn: “ Hêzên YPG/YPJ’ê malan wêran nakin. Çeteyên DAIŞ’ê mal wêran kirin. Her kes dizane çawa çeteyên DAIŞ’ê dema ku ji cihekê direvin, malan diteqînin. Ev yek jî li gelek herêmên Sûriyê û Êraqê pêk hat.

Rêxistina Efû ya Navnetewî  (Amnesty)  çavkaniyê ku hewl didin hezkirinê  di navbera hemû pêkhateyên civakê de rakin û dijminatiyê biçînin, ji xwe re bingeh girtine.

Em ji wan çavkaniyan re dibêjin hûn kesên xeyalî ne. Ji ber ku Ereb, Kurd, Xiristiyan û Êzidiyan ji destpêkê ve li ser yektiyê û biratiyê li hev kirine.”

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê Îyad Mihemd Dexîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi dirûşmeya hezkirinê ku Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzîdî pê bang dikin: ’Bijî Sûriyeke azad, bijî Sûriyeke azad û rûmet, bijî kesên rûmet ku axa xwe diparêzin.’

Civîna çapemeniyê  bi bersivdayîna pirsên rojnemevanan ji aliyê Berdevkê Fermî yê Meclîsa Rûspiyên Êlên Ereb ên Kantona Cizîrê Îyad Mihemd El-Dexîl ve bi dawî.


ANHA/QAMIŞLO





El-Hadî: Pîlaneke siyasî ye


Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham rapora Rêxistina Efû ya Navnetewî wekî ku têde hêzên YPG’ê bi koçkirina şêniyên Ereb tewanbar dike, wekî pîlaneke siyasî, binav kir.

El-Hadî got ku ew tu caran bersiva rêxistinên mirovahî nadin û li hemberî xebatên wan rêzdar in, lê rapora dawî ya Rêxistina Navnetewî ya Amnesty (Efû) ji rastiyên Kantona Cizîrê û Rojava ve dûr e.

El-Hadî got: “Ev rapor ne di cih de ye, têde em tên tewanbarkirin. Bi armancên siyasî hatiye derxistin, divê rêxistinên navnetewî ji her tiştekî ku ji kesên nenas bibihîzin bawer nekin. Em vê helwestê red dikin.”

El-Hadî bal kişand ser ku li herêmê şer heye, dibe carcaran şaştî çêbibin, lê saziyên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk hemû pirsgirêkan dişopînin û çareser dikin.


‘Em ziyanê nadin darekê’

El-Hadî wiha axaftina xwe dewam kir: “Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em bi exlaqê bêhtirî ji serkeftinên xwe serbilind û serfiraz in. Exlaqê me nahêle ku em kesekî jî koçber bikin an jî heta ziyanê bidin darekê jî. Em rojane rewşa herêmê ji nêz ve dişopînin, em herêmên xwe gund gund nas dikin, em dizanin ku çi çêdibe û şer dişopînin. Em êşên welatiyan parve dikin. Ji ber vê jî tişta ku rapora Efû dibêje temsîla rastiya heyî ya herêmên me nake”


GIRKÊ LEGÊ