Li bajarê Kobanê bi beşdariya bi sedan jin, pêr Rêxistina jina Ciwan a Tevgera Ciwanên Şoreşger, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar a Cîhanê civînek lidar xist. Di civînê de endama Rêxistina Jina Ciwan a Tevgera Ciwanên Şoreşger Amara Mihemed axivî. Mihemed li ser dîroka 8'ê Adarê rawestiya û got: ''Roja 8'ê Adarê 129 jin bi armanca redkirina koledarî û zordestiya li ser jinan, hatin  şewitandin.'' Di berdewamiya axaftina xwe de Mihemed 3'ê siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin bi bîranî û wiha got: '' Sîstema desthilatdar a mêr qebûlnake ku jin bi vîna xwe ya azad bijî''.

Piştî ku axaftin bi dawî bû, koma Raperîn stran û dîlanên folklorî ji beşdaran re pêşkêş kirin. 

ANHA/KOBANÊ