Haco der barê rewşa têkoşîna azadiya kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê de û pirsgirêkê wan de agahî da. Haco destnîşan kir ku herî zêde kurd niha bi êrişan re rû bi rû ne û bal kişand ser yekitiya netewî.
Li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hesen Hatemî axivî û diyar kir ku ji bo pêkhatina yekitiya netewî tu şertên wan tune ne û rexne kir ku hin rêxistinên rojhilatê Kurdistanê li derveyê nîqaşên Yekitiya Netewî dimînin. Hatemî got; “Di rastiyê de me Kurdistanê di serê xwe de jî parçe kiriye. Divê em ji bo yekitiya netewî tu şertan daneynin pêşiya xwe. Em ê vana hemû di civîna xwe ya ku wê di 22-23’ê cotmehê de were lidarxistin de gotûbêj bikin.”
Elî Îsmaîl Ferec jî li ser navê Tevgera Goranê axivî û bi bîr xist ku dewletên dagirker ên paşverû gelê kurd di warê erdnîgarî, mezheb, bîrdozî û saziyan de parçe kiriye. Ferec bal kişand ku ji bo pêkhatina Yekitiya Netewî roleke mezin dikeve ser milê KNK’ê.
Rizgar Îsmaîl jî bi navê Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) axivî û diyar kir ku ew ji bo pêkhatina yekitiya netewî hêvîdar e û ji her kesê re serkeftin xwest.
Mahîr li ser navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) axivî û got; “Em yekitiya netewî ya kurdan weke dewlemendiyeke pîroz dibînin. Ji bo pêkhatina yekîtiya netewî, tişta ji me bê em ê bikin û di vê çarçoveyê de em ji bo hemû hevdîtinan amade ne. Divê em hemû rêxistinên Kurdistanî bi boneya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê bicivin û yekitiya netewî pêk bînin. Divê tu rêxistin ji vê yekê nereve û ji bo yekîtiya netewî tişta ku dikeve ser milê wan bi cih bînin. Divê em berjewendiyên gelê xwe li ser yên partiyên xwe re bibînin. Divê bi tu awayî ji bo şerekî navxweyî destûr neyê dayîn. Kerkûk jî di nav de, divê em hemû bi hev re li hemberî êrişên li ser Kurdistanê rabin û biparêzin.”
Her wiha Rêbwar Hesen, Naîle Aras, Kurdo Baksî, Dr. Osman Aytar, Nazîf Mayî, Dr. Husseyin Xeligî û Ahmet Karamuş jî beşdarî civînê bûn.
MURAT KUSEYRÎ - STOCKHOLM