Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi munasebeta wefata Parlamenterê Serbixwe yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî peyama sersaxiyê weşand. KCK diyar kir ku Elçî di xeta yekitiya netewî ya welatparêz de hewldanên mezin dane û wiha got: "Em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku bila xeta yekitiya netewî-welatparêz ya ku Elçî nîşan daye, bilind bikin."


KCK: Wendahiyek mezin e

KCK’ê wiha got: "Ji bo me wendahiyeke mezine. Elçî di jiyana xwe de bi rûmeteke mezin xwedî li nasnameya gelê xwe derket û ji bo hemû gelî fedakarî kir. Bêyî ku têk biçe, parêzvaniya doza gelê Kurd kir." Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, Elçî ji ber hewldanên xwe yên girîng yên ji bo yekitiya Netewî-demokratîk mohra xwe li dîrokê daye û wiha hate gotin: “ Elçî xeta siyasî û sekna welatparêz meşandiye. Her wiha dibe ku nêrînên wî yên cuda hebin jî ya girîng eve ku di her şert û mercî de li dora nirxên demokratîk-netewî ya gelê xwe bûye yek û têkoşîn meşandiye. Di vê mijarê de hemû têkiliyên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de afirandiye û helwesta wî ya di hemû demên krîtîk de gelek girîng û bi nirx bû.”
KCK’ê da zanîn ku, têkoşîna azadiya gelê Kurd di asteke girîng de ye û di vê dema wiha de wendahiya Elçî ji bo gelê Kurd wendahiyek mezine.
KCK’ê ji malbata Elçî û hemû gelê Kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku bila xwedî li ewladê xwe yê Botanê derkevin û merasîmeke hêjayî wî pêk bînin.”

KONGRA GEL: Ji bo yekîtiyê têkoşîya

Serokê Giştî yê Kongra-Gel Remzî Kartal jî ji bo Elçî peyamek sersaxiyê weşand. Kartal di peyama xwe de diyarkir ku Elçî di tevahiya temenê xwe de ji bo yeketiya netewî ya gelê Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurd têkoşîyaye.  Kartal got; “Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafetîn Elçî bêdem ji nava me veqetiya û ji bo siyaseta Kurd ku ji her demê bêhtir pêwîstî bi yeketiya netewî heyî windahiyek mezin e û cihê wî nayê dagirtin. Serê malbatê, KADEP´ê, BDP’ê û hemû gelê Kurd sax be.”


KNK: Şehîdê doza Kurdistanê ye

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) jî  diyar kir ku Elçî di nav hêzên Kurd de weke stuna aştî û yekîtiya neteweyî dihate naskirin. KNK´ê diyar kir ku weke raya giştî ya gelê Kurd û eniya siyasî tevahî ew jî bi wefata Elçî xemgîn bûne. KNK´ê diyar kir ku Elçî şehîdê doza azadiya kurd e, berdêl çi dibe bila bibe wê li doza wî û şehîdên xwe xwedî derbikevin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Elçî wê di dîroka têkoşîna gelê kurd de û di dilê gelê kurd de cihê xwe yê layik bigire. Em weke KNKê, careke din bang li tevahiya hêzên siyasî yên kurd dikin ku di vê pêvajoya dîrokî û hassas de, di pêkhatina yekîtiya neteweyî û dilsoziya Kurdistanî de gavên dilsozî biavêjin. Yekîtiya neteweyî, daxwaza Şerafeddîn Elçî bû û di têkoîşîna xwe ya demdirêj de ev daxwaz di her firsetê de dianî ziman."

KCD: Cihê xwe di dilê gelê Kurd de biparêze

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di peyama xwe ya sersaxiyê de wefata Elçî weke êş û wendahiyek mezin bi nav kir.  Di peyamê de hate gotin ku, “Birêz Elçî yek ji berxwedanvanên gelê Kurd yê qedîm bû. Jiyana Elçî kurte cewherek ya zilma li ser gelê Kurd û biryardariya tekoşîna Kurdan bû. Baweriya wî ya bi yekitiya netewî gelê Kurd hebû û hewildanên ku ji bo pêkanîna Konferansa Netewî ya Kurdistanê dayî ji aliyê gelê Kurd ve nayê jibîr kirin. Pêkanîna vê konferansê di heman demê de girêdana bi bîranînê Birêz Elçî dide nîşandan.  Birêz Şerafetîn Elçî wê her dem di dil û mejiyê gelê Kurd de cihê xwe yê rêzdar biparêze.”

Yaşar Kemal jî peyam weşand

Nivîskar Yaşar Kemal jî der barê wefata  Elçî peyamek weşand û destnîşan kir ku, Tirkiyeyê di lêgerîna demokrasiyê de dengekî binamûs û xwediyê gotina xwe winda kir. Kemal got; “Serê her kesê dixwaze li Tirkiyeyê weke mirovan û birayan jiyan bike sax be. Ew qehremanek bû.”

 NAVÊNDA NÛÇEYAN