Hingê min got, ez ê bibim lîstikvanê sînemayê. Illeh sînema û lîstin. Ji bo min radyo jî televizyon jî hincet bû da ku bikevim sînemayê û bilîzim.

LUQMAN GULDIVÊ

MED TV gava dest bi weşana xwe kir, Barzan Şasiwar ew kes bû ku nexasim jî di bernameya zarokan de xwe zû bi temaşevanên Kurdiyê da nasîn û hezkirin. Rindoyê wî, tevî min wî ji bîra gelek kesan neçe helbet. Lê nexasim jî bi serpêhatiya bernameya Şaneşînê di kanalên televizyonê yên ku wê ji rêûresma MED TV’yê hatibin, Barzan cihekî taybet di bîr û hizra temaşevanên televizyonvaniya Kurdî de çêkira. Çi çê û çi xirab Barzan Şasiwar ji sala 1995’an ve li pey televizyonvaniya xwe 23 sal hiştin û jixwe ji beriya wê jî serpêhatiya wî ya radyo û dublaja filman jî her hebû. Li ser jiyana xwe ji gundê lê ji dayik bûyî heta studyoyên STÊRK TV yên li Belçîkayê wî behsa serpêhatiya xwe kir. Di vê serûvenê de koçberiya ber bi Tehran, Başûrê Kurdistanê, Swêdê û Belçikayê her hene û her xatirxwestinek. Barzan Şasiwar gelekî xema wê dixwe ku bavê ku gelekî dixwest wî li ser ekranên TV’yê bibîne, nekarî wî bibîne. Lê ev xatirxwestin her car ne tenê Barzanê diltenik diêşînin: Sîdar Yigit a ku di bernameya Rindo de tevî Barzan Şasiwar li studyoyên li Stockholmê bernameya zarokan çêdikir, gava ku Rindo jê xatirê xwe dixwest û digot ez ê biçim Kurdistanê, a ku kelogirî dibe Sîdar e û ev jî ji bîra Barzan Şasiwar naçe. Bêhtirî 800 bernameyên Şaneşînê, bêhtirî hezar mêvanî, helbet rê li ber bûyerên kenê mirovan bînin û giriyê mirovan bînin vekiriye: Xelîl Xemgînê bêriya zeytûnan kiriye di bernameya zindî de zeytûnan li ber xwe dibîne, û mêvanekî din ê ji Rojavayê Kurdistanê rastî sansûra civakî tê. Nebêjin sansûra civakî çi ye, çi tişt e, Lewma di sohbeta me de Barzan behsa wê dike û em jî xweş lê serwext dibin.

Pêşî Derwêş Remezanê li Garanê hebû

Serpêhatiya Barzan Şasiwar beriya bi 61 salan li gundekî Urmiyê bi navê Dezgir ku 30-35 kîlometroyan dûrî bajêr dest pê dike. Ew lê mikur tê ku beriya çend salan bi gotina dayika xwe pê hisiyaye ku li vî gundî bûye. Pir li wir nemaye: “Zarokatî min li Curne, Garane, Qayêr, Heftawa wan gundên wan deveran derbas kiriye. 12 saliya xwe jî çûme gundê Rajanê. Aliyê me pirr serma ye. Kuhistan e, zivistanan pirr berf lê heye. Li aliyê din ê sînor ê Colemêrgê ye. Jiyana xwerû gundewarî bû. Min bi caran gur dîtine ji nêzîk ve. Lli cihekî wilo ez bi çîrokan mezin bûme. Li gundê Garane Derwêş Remezan hebû, wî çîrok digotin, pirr xweş û bi hosteyî”

Hebûna bav li gund, û nebûna wî di salên 60’î de ku pêşmergetî kiriye jî helbet tesîr li Barzan Şasiwar kirine, lê ev çîrok wê tesîreke diyarker li jiyan û xisleta kesayetiya Barzan Şasiwar bikira: “Gava ez mezin bûm, ew şêwaza vegotina min a çîrokan min ji wî girt. Mem û Zîn, çîrokên Şehzade Birahîm û Nûşaferîn yên Rustem, Bijen û Menîce û çîrokên zarokan ên bi gur û rovî. Tê bîra min gava ku wî çîroka Mem û Zînê got, babê min giriya, ez jî ji ber babê xwe giriyam. Ew fiksoynên wî digotin, bi dêwan û filan, haletekî wisa bû ku bi zarokatî min hizir dikir, rast e. Min ji babê xwe re zivistanan digot, min bibe cem Derwêş Remezan da çîrokan bibêje. Bavê min ez dibirim. Sobe hil dikir, pirr bi tam hêdî hêdî digot; Şehzade Birahîmê min dîtî Nûşaferîn mewîja reş xwar, di gerdenê re diyar bû.”

Sînemayê xewna wî kir lîstikvanî

Heta sala 68`ê radyo hîna nû dikeve mala wan, û Barzan Şasiwar wê şanoya radyoyê nas kira. Lê tişta ku wê ji wî re bibûya xeyalek, wê gava bavê wî dema ku ew 9-10 salî bû li Urmiyê wê bibira sînemayê: “Hingê min got, ez ê bibim lîstikvanê sînemayê. Illeh sîneme û lîstin. Ji bo min radyo jî televizyon jî hincet bû da ku bikevim sînemê û bilîzim.”

Barzan Şasiwar ê ku hîna di zarokatiya xwe de tevî bavê xwe stranbêjiya kilamên folklorî kiriye, piştî balixbûn û guhertina dengê xwe, êdî ev yek tenê di nav hevalan û ji bo xweşiya dilê xwe kiriye. Dema sinifa 6’an li gundê Rezge diqedîne, paşê diçe Urmiyeyê û li wir li dibistanê êdî şanoyê dike. Di sinifa 8’an de Qesîsê Mollier li bîra wî ye hîna. Meraqa wî ya şanoyê lê gurr dibe. Pê re, pirtûkeke Ezîz Nesîn sala 1971’ê dikire ku pê êdî mîzahê nas dike. Gava ku lîseyê diqedîne li ser parêzgeha Urmiye koma wî dibe şanoya herî baş a dibistanan û ew jî xelata baştirîn lîstikvanê şanoyê werdigire. Hasil mala Xwedê ava, ew xwe li dibistana eskerî diceribîne, tevî ku îmtîhanan jî derbas dike û dest pê dike, bi hinceta bavê wî pêşmergetî kiriye, wî ji zanîngeha eskerî diavêjin û ev jî dike ku ew berê xwe bide Başûrê Kurdistanê sala 77’an û heta 79’an fêrî Soranî jî dibe. Ha hingê ew dest bi wergera çîrokên Ezîz Nesînî ber bi Kurmancî û Soranî ve dike ku di rojname û kovaran de çap dibûn. Li wir bi awayekî profesyoneltir şanoyê jî dike.

 
 

Te me qansêr kir Na, te em qansêr kirin

 

“Tiştên ji bîra min naçin, yek ji wan jî ew bû, di bernameya zarokan de, mêvanê min zarokek bû. Ez jî kuklaya Rindo dilîzînim. Min jê re got, li Rindo binihêre, li min nenihêre. Me dest pê kir, Rindo digotiyê tu sporê dikî, wî got, erê. Rindo gotiyê, tu baz didî, tu li pey çi baz didî? Piçekî sekinî sekinî, hate bin masê cem min got, Barzan, mirov pey tiştan baz nade, tu çawa pirsê dikî, ez bersiva te nadim, te şaş pirs kiriye.

Yeka din jî, Sîdarê (Yîgît) bernameya bi Rindo re xilas dikir, wexta xatirê xwe xwestiba, Sîdar pirr hisî,  hestiyar, xwişka mezin a Rindo ye, pirr mihbeta wê ji Rindo re hebû. Min his dikir, gela girî di qirika wê de ye, dixwest bigirî. Ev qet ji bîra min naçe, ji ber ku hem ji bo min pirr zehmet bû, hem ji bo wê.

Yeka din jî me dublaja filma Li Colemêrgê Demsalek dikir. Vê carê, hevalek li wê derê bû, wî zen dikir hema wilo bi lez dublaj bike wê xilas bibe, hat lez li min kir. Min jê re got, nabe, hîna nû me zikê xwe tijî birinc û savar kiriye, divê isrehet bikim, divê xwe ji rola dublajê re hazir bikim.

Aciz bû, got, “Te me qansêr kir!”  di nava wî halî de min Kurdiya wî rast kir û got, “Te em qansêr kirin.”

Rêya ber bi Swêdê ve

Piştî hilweşina rejîma Şahî, ew ê sala 1980’yî biçûya Tehranê 2 salan produktoriya radyo bixwenda û di heman demê de di radyoya Tehranê beşa Kurdî de dest bi kar bikira. Bi giştî 6 salan li wir kar dike. Di nava vî karî de hem tercumeya ber bi Kurmancî ve û hem dublaja filmekê jî dike sala 1983’yan ku ji bo wê dibêje: “Bi esehî helbet nizanim, lê ez yek ji wan kesan im ku peşî li ser dublaja Kurmancî kar kiribe.”

Lê di dawiyê de lê serwext dibe ku lê ne bawer e ji rejîma nû jî û biryarê dide Îranê biterikîne, pêşî berê xwe dide Bakurê Kurdistanê, paşê Tirkiyeyê û di dawiyê de digihîje Swêdê. Sedem: “Niha jî xisleta min e, tişta bi serê min nekeve, qebûl nakim.” Hasil sala 87’an tê Swêdê û sala 90’î dîsa li karê radyoya Kurdi vedigere. Di heman demê de karê dublaja filmên Kartoon a bi Kurdî jî dike tevî kesên mîna Mahmûd Lewendî.

Di navê de tecrûbeya şanoyê jî dewam dike, ku di lîstikeke Peter Weiss de ku wergera wê ya Kurdî hatiye kirin, ew lîstikvanê sereke ye ku wê hefteyekê sala 1990’î yan jî 1991´ê li Stockholmê bê nîşandan. Ji wê jî anektodeke wî heye: “Me rehmetî Mahmût Baksî jî vexwendibû. Ew û Şivan Perwer bi hev re tên. Hasil gava erebeya xwe park dikin, kilîta wê tê de şikestibû, tiştekî wisa, ez tam pê nizanim. Ew pê mijûl bûbûn heta polîs tên filan, wan şanogerî nedît. Paşê ku em derketin me ew di wî halî de dîtin.”

Ha wan çaxan, xwedê dizane bi pesndayîna Mîrhem Yîgît ku bi xwe jî di destpêka MED TV de bernameçêker bû, têkilî bi Barzan Şasiwar re tê danîn: “Navê wî bawer dikim Akîf Hesen bû, telefonî min kir û got, em televizyonekê vedikin û li Stockholmê em ê studyo deynin. Bawer bike heta sibehê xew nekete çavên min. Weke ku taze ji dayika xwe bûbim.”

Ew ê xelkê bîne, ji bo dublajê kar bike, lê bernameya ku ew pê di bîra min de bû, her ew bernameya zarokan bû: “Kuklaya Rindo, fikra min bû. Min ew da çêkirin. Min li gel Sîdarê (Yîgît) dest pê kir. Pêşî Nûbihar bû, paşê bû Baxçê Zarokan. Heta sala 1998’an sê salan, hem dengê Rindo yê min bû, hem me tekst dinivîsandin. Ez bi Sîdarê jî dişêwirîm. Me carinan jî me digot, em ê spontan jî bipeyivîn. Me li ser her tiştî li hev dikir û piştre me çêdikir.”

   

Mala me kêfxweş û serbilind bû

Li Urmiyê, xelkê wî, kes û karê wî ji MED TV û ji hebûna dengê Barzan Şasiwar gelo razî bûn: “Gelekî kêfxweş bûn, ji ber ku ew şêwazê axaftna min a weke, eeeerê bixwe jî ya Urmiyê bû. Hindek çîrokên weke Şengê û Pengê ew jî ji cem me bûn. Mala me gelekî kêf xweş bû. Mixabin babê min nebihîst. Babê di radyoyê de dengê min bihîst, ji xweşiya difiriya. Carinan di zarokatiyê de hinan tan didan babê min digotin, ew qeşmer e, lê babê min destê xwe li pişta min dida û digot, na, ew babê min e, ew hunermend e. Min pirr dixwest babê min bibihîse û bibîne (li vir diltenik dibe û digirî). Babê min nedît mixabin. Dayika min, birayê min, mala min gelekî kêfxweş bûbûn, digotin, em bi te serbilind in, hasil pê şabûn. Digotin, te timî digot sîneme, film, tu gihiştî ya xwe. Di zaroktiyê de nav li pey min xistibûn, digotin, Barzan li sînemê radize. Paşê, xelkê, hinakan navê dikanên xwe danîbûn Şaneşîn (bernameya ku wê destpêka 1997’an wî pêşkêş bikira). “

Xelkê ku bi Şaneşînê debara xwe kirî

Ji bo bernameya Şaneşînê, Barzan Şasiwar behsa çîrokeke balkêş dike: “Xelkê dema bername dihat weşandin, dîtira rojê bername kopî dikir, zêde dikir û difirotin. Ji ber ku bername du zimanî bû hem Kurmancî û hem Soranî, ji Sine, Urmiye, Kirmanşan hema seranserê Rojhilat ev dikirin. Gelekan ji min re gotiye li me negire, me bernameyên te kopîkirine û firotine û debara xwe pê kiriye.”

Tevî ku ev bername ji Barzan Şasiwar re bûye nasnameyek jî ew lê mikur tê ku ew ne ji bo bername çêkeriyê çûbû televizyonê, lê derdê wî huner û lîstikvanî bûye: “Min dixwest huner bikim, bi Rindo jî bi Hindik lê Rindik jî. Derdê min ne televizyon bû, min dixwest şano û lîstikvaniyê bikim. Lê êdî bername jî bi erêkirina wan kesên ku ji vî karî fêm dikin jî, êdî li ser min ma. Hê bernameya Şaneşînê dest pê nekiribû, min Hindik lê Rindik hinekî nivîsî. Ecibandin û di MED TV de piştî nûçeyan hat nîşandan. Paşê gotin, tu tiştekî muzîkê jî çêke, jixwe tu bi herdu zaravayan jî dizanî. Me projeyek nivîsî û min tê de got, şert e ez Hindik lê Rindik jî biêxim nava bernameyê de. Berî her tiştî çavê min li temaşevanên min bû. Min destpêkê du mêvan anîn, yeke/î kurmancîaxêv û yeke/î soranîaxêv. Me mîzah bi Soranî ligel Ferheng Mihemed ku hîna jî li televizyonê ye û Kurmancî jî tevî Kerîmo, Selamo û gelek kesên din bûn. Sala 1996’an gava hatim Belçîka, û bi ser televizyonê de girtin, ez jî birim. Di çanteyê min de jî çend bernameyên Hindik lê Rindik hebûn ku min anîbûn nîşan bidim. Ji ber wê me sala 1996’an nekarî dest pê bikin. Hasil 14’ê Çileyê sala 1997’an yekemîn bername zindî hat weşandin.”

Xelîl Xemgîn û zeytûn

Barzan Şaswar ku çend caran dersên televizyonvaniyê jî dîtine, bi xwe bawer û bi baweriya bi wî tê, yekser dest bi bernameya zindî bike jî, wiha li ecemîtiya xwe mikur tê: “Di bernameya zindî de gelek telefon dihatin. Tişta ecêb Luqman, li şûna ez berê xwe bidim kamerayê min berê xwe dida ezman. De ne, deng ji jor dihat. Ji rejiyê di guhê min de digotin, kuro berê xwe bide kamera, çima tu berê xwe didî ezmanan! Xalê Osman, Saman Sabûncî bû Kamiran Nozhatzade bû, Kawa Akreyî bû, kameraman bûn di bernameya pêşî de. Di deng de Hesenê me hebû. Mêvan jî Xelî Xemgîn bû û kungfukerê bi navê Helmet bû.”

Ji bo ecibandina bernameyê jî Barzan hinekî xwe li nefsbiçûkiyê datîne û dibêje, “Şensê min hebû. Bernameya pêşî bi wî rengî bû. Reqîb nebûn. Xelkê telefon dikir bernameyê digot, em pîroz dikin gelekî profesyonel e. Ejder Şêxo ku niha bixwe bernameçêker e, hingê me hev nas nedikir, wî jî telefon kir û got profesyonel e, pîroz dikim. Çend tişt tê de bûn, Hindik lê Rindik hebû. Min ji xelkê pirsîbû, Şanesîn yanî çi, Xelîl Xemgîn kî ye, û bersivê wan weşandin. Çar, pênc paketên wisa bûn. Wekî din jî tê bîra min min ji Xelî Xemgîn re got, tu ji Efrînê yî, tu bêriya çi dikî? Wî got, zeytûn. Min got, ez zeytûnan bidim de tu wê bixwî? Got, erê. Min jî zeytûn li bin maseyê danîbûn. Hema min derxist û danî ber wî, min got, de bixwe! Wî xwar û got, yên Efrînê ne.”

Qederê 22 salan û bêhtirî 800 bernameyî

Çend tiştên wiha ku min ji televizyonên din jî dîtibûn, cihê xwe girtin. Wekî din sê kategorî hebûn: Kategoriyek li ser wan kesan bû ku navê wan, hunera wan hebû di nav xelkê de dihatin nasîn lê ne sax bûn, rehmet kiribûn; yên weke Hesenê Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî, Miradê Kinê, Hesen Zîrek û bi dehan, me bername li ser wan çêdikir. Ev kategoriyek bû. Kategoriya din jî ew kes bûn ku dengê wan dihat naskirin, xelkê navê wan jî bihîstibû, lê reng nedîtibûn. Weke Nasir Rezazî, Necmedîn Xulamî, endamên Koma Berxwedanê û gelekên din. Kategoriya sisiyê ew kes bûn ku stran gotibûn helbet, lê di televizyonê de hatin naskirin, hem deng, hem reng û hem nav; weke Çopî û gelek ciwanan û dengbêjan. Heta 2012’an Şaneşîn li studyoyê Çêbû. Heta niha di qederê 22 salan de bêhtirî 800 bernameyî çêbûn. Muhtemelen jî tevî 4-5 stranên serê bernameyê, em behsa bêhtirî 4 hezar stranan dikin. Heta 2011’ê Hindik lê Rindik jî hergav ya Şaneşînê bû. Piştre ez çûm cihên cihê geriyam û min bername çêkir, mesela çûm Îsraîlê, Azerbaycan, Gurcistan, Ermenistan, Bakurê Kurdistanê, Anatoliya Navîn, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û li ser sînor jî bi Kurdên li Rojhilat re jî min bername çêkirin. Ev heta niha jî dewam dike.”

Çîroka destwerdaneke îstîsna

Heta 2012’an jî teqrîben 650 bernameyên Hindik lê Rindik tevî Kerîmo, Selamo û Ferheng Mihemed karîne çêke. Ji bo rehetiya mêvanên xwe jî wî xwe rehet dikir: Beriya bernameyê îsrehet dikir û illeh spor dikir, lewma “Gava ez rehet bûm, mêvan jî rehet bûn û bername jî serketî bû. Min ew hazir dikirin. Min digot, tu serketî bî ez jî serketî me. Mesela kesekî strana hinekên din gotibe jî bi awayekî pirr muhremane min digot, erê ev strana tu dibêjî, gelo filankes jî negotiye meselen. Me alîkariya hev dikir. Rexne jî min dostane dikirin. Min ji alîkarên xwe re digot, pirsgirêkek hebe, mesele heqrêya mêvanan jî neyê ji min re beriya bernameyê nebêjin, paşê bibêjin, yan na wê tesîrê li min bike. Di hin haletên gelekî teybet ên îstîsnayîde min piçekî lê dida ji bo stresê kêm bike. Belkî salê du caran. Sira rehetiya mêvanên min rehetiya min bû.”

Lê Barzan Şasiwar dibêje, ew di bernameyên xwe de serbest bû, mêvanên xwe jî serbest dibijartin, ji bilî çend îstîsnayên li derveyî studyoyê amadekirî jî mudaxeleyî mêvanên wî nehatiye kirin. Helbet ku em rawestandina Hindik lê Rindik a salekê nehesibînin. Lê ew behsa bûyereke taybet dike ku êdî mirov dikare jê re bibêje destwerdaneke ji derve, ji xelkê di nava rêxistina rizgarîxwaz a Rojava de, ango ne destwerdankeke ji nava saziya MED TV´yê bi xwe: “MED TV bû, mêvanekî min jî ji Rojavayê Kurdistanê bû. Min ew da nasîn. Piştre ez pê re peyivîm beşa pêşî bû, piştre min ê yê soranîaxêv bianiya û ji bo wê min got, tu isrehetekê bike, paşê ez ê te dîsa vexwînim. Êdî, di wê navê de ji Rojava xelkê ji nava rêxistina Tevgera Azadiya Kurd telefon dikir, digot, ev zilamê hanê nebaş e, ji gel re gelek mişkile çêkirine. Xulase, ew venegeriya studyoyê. Di beşa yekê de stranên xwe gotin, di beşa diduyê de min pîne mîne kirin, weke ku tiştek nebûbe.”