Fehed  Xeşam diyar kir ku ji roja destpêkê ya pêngava dawîn a Bagera Cizîrê heta niha hêzên wan 7 kîlometre rizgar kirine.

Fermandarê Foca 9`an a QSD`ê Fehed Xeşam got hêzên wan ji destpêka ragihandina hemleya dawîn a Bagera Cizîrê ve li bararokê Hecînê heta niha 7 km rizgar kirine. Her wiha ji fermandarên QSD`ê Şêrko Hesekê jî diyar kir ku qonaxa “Şerê Tunekirina Terorê”didome û got ku erka wan a sereke rizgarkirina sivîlên li herêmên dagirkirî ye.

Qoxana dawîn a hemleya Xezeba Firatê ya bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” li dijî çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Hecîn û gundên girêdayî wê, dewam dike. Pêr Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya her du rojan eşkere kiribû û gotibû 23 çete hatine kuştin.

Gundê dawîn

Doh jî fermandarê QSD´ê Şêrko Hesekê diyar kir ku hêzên wan nîvê gundê El-Baxûze Jorîn rizgar kiriye, piştre dê hêzên wan berê xwe bidin gundê El-Sewiye ku gundê dawîn e di navbera wan û bajarokê Hecîn de.

Şêrko got hêzên wan ji baskekî din ve dest bi qonaxê kiriye da ku herêm bi awayekî lezgîn ji terorê were rizgarkirin.

Her wiha Şêrko Hesekê derbirî ku çete di gundan hatine dorpêçkirin û li hemberî derbeyên ku ji QSD`ê dixwin, tarûmar bûne û wiha peyivî: “Çeteyên DAIŞ`ê niha piraniya xwe çekên sekvan, hewan û mayinan bi kar tînin.”

Korîdorên mirovî vekirine

Şêrko Hesekê got, armanca wan a sereke rizgarkirina sivîlan ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê ye û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî me gelek korîdorên mirovî vekirine da ku sivîlan rizgar bikin. Her wiha sivîlên em rizgar dikin, em wan dibin kampan, heta herêmên wan rizgar dibin.”

Heta niha 7 km rizgar kirine

Fermandarê Foca 9`an a QSD`ê Fehed Xeşam jî got hêzên wan ji destpêka ragihandina hemleya dawîn a Bagera Cizîrê ve li bajarokê Hecînê heta niha 7 km rizgar kirine.

Fermandarê Foca 9`an a QSD`ê Fehed Xeşam derheqa qewimînên dawî de ji ajansa ANHA`yê re axivî.

Xeşam got hêzên wan roj bi roj ber bi aliyê bakur û rojhilatê gundê Baxoz ve diçin û heta niha jî pêşketinên wan li herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de didomin.

Xeşam diyar kir ku ji roja destpêkê ya pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê û heta niha hêzên wan 7 kîlometre rizgar kirine û wiha pê de çû: “Hêzên me nîvê gundê Baxoza Jorîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Em li derdora gundê Sûsê ne. Em ê di demeke nêz de wê jî rizgar bikin. Ew gund deriyê ber bi Hecîn ji aliyê rojhilat ve ye.”

Mayin datînin

Xeşam destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê erebeyên ku nikaribûn bi xwe bibe, mayin kirine, her wiha hewl didin erebeyên mayinkirî li herêmên ku şervanan rizgar kirine biteqînin.

Fermandarê Foca 9`an a QSD`ê Fehed Xeşam di dawiyê de destnîşan kir ku wan hejmareke mezin ji çeteyan kuştine û hemû baregehên çeteyan ji şervanan wan re dibin hedef.

 

NAVENDA NÛÇEYAN