Ji ber vê girîngiyê li Rojavayê Kurdistanê gelek kenalên radyo yên wekî Efrîn, Rojava, Kobanê, Orkêş û herî dawî Xabûr FM hatin vekirin.

Ji kenalên ku wekî radyoyeke gelerî li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, hin herêmên Başûr û Bakûrê Kurdistanê hate nasîn û dengvedana xwe di nava gel de belav kir, Radyoya Rojava FM a li bajarê Dêrikê weşanê dike ye. Radyo Rojava FM di adara 2013'an de li ser pêla 89.4 MH dest bi weşanê kir. Weşana Rojava FM ji bilî herêma Cizîrê ya Rojava, digihêje Mêrdîn a Bakûr, Şengal a Başûr û Çiyayên Zagors û Cûdî.
Rojava FM di nava rojê de 18 saet weşana zindî dike. Ji saet 07.00'an destpê dike û heta saet 01.00'an dewam dike.
Ekîba kar a radyo ji 8 kesan pêk tê. Ji wan xebatkarên montaj, mîkser, amadekarên bernameyan û pêşkêşvan hene. Her wiha li bajarên herêmê nûçegîhan jî xebat dikin.
Radyo bernameyên ramyarî, siyasî, stran, civakî û nûçe pêkêş dike. Di serê her saetekê de bi zimanên Kurdî û Erebî nûçe tên pêşkêşkirin. Weşana Radyo Rojava FM bi bername û dozyayê dîrokî û zarokan dewlemend dibe.

Êvar baş Kürdistan…

Ji bernameyên herî bi nav û deng ên radyoyê ku di nava gel de cih girtiye û hezkirî ye Bernameya Êvar Baş Kurdistan ku saet di 21.00'an bi awayekî zindî tê pêşkêşkirin e. Di vê bernameyê de pirs têne kirin û guhdar jî bi riya telefonê bersiva pirsan didin. Di nava bernameyê de li ser daxwaza guhdaran stran tên pêşkêşkirin. Ji Şengalê jî Kurdên Êzidî tevlî bernameyan dibin. Him bi riya telefonê û him jî nameyan dişînin.
Ne tenê ev, radyo bernameyek teybet bi zarokan a bi navê Kulîlkên Kurdistan hembêz dike. Têde pîşe û helbest, roman û çîrokên zarokan cih digrin. Zarok bi telefonê tevlî bernameya xwe dibin. Bernameya Zarokan di rojên şemî û yekşemê de saet 20.00'an derdikeve.
Ji pêşkêşvanên bernameyên Rojava FM Heqî Can ji ANHA'yê re diyar kir ku armanca wan ragihandina bûyer û rûdanên li Rojava, Kurdistan û cîhanê ji raya giştî re. Her wiha ew hewl didin ku têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de xurt bikin.
Derbarê projeyên radyo yên pêşerojê de Can wiha anî ziman: "Em dixwazin çarçoveyan weşana radyoya xwe zêde bikin da ku bigihêje hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê. Em dixwazin di riya internetê de weşanê bikin û niha jî em hewl didin bernameyekê bi zimanê Suryanî li bernameyên xwe zêde bikin.
Pêşkêşvana Radyoyê Amara Bawer jî da zanîn ku ew du bernameyên tabyet bi jinan amade dikin. Amara wiha got: Wê bernameyek tebyet bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) be. Yekem jina di cîhanê de artêşeke taybet bi xwe ava kiriye jina Kurd e. Em ê ji aliyê xwe ve van efsaneyên lehengî ku jina ku dinivîse vebêjin. Bernameya din jî wê bi navê 'Jin û civak' were organîzekirin. Di Jin û civak de dozên civakî û yên tabyet bi jinan tên şîrovekirin."
Ji aliyekî din ve yek ji guhdarên Rojava FM Elî Mihemed bang li rêveberên radyoyê kir ku bernameyeke taybet bi dîroka Kurdistanê pêşkêş bikin."

ANH/DÊRIK