Ciwanê bi navê Cîhad ê ji bajarê Amûdê, li çiyayê Şengalê perwerdeya şanoyê dide zarok û ciwanan, û ew ji bo sedema hatina xwe jî dibêje: “Daxwaza me bû em werin gelê Şengalê bibînin. Ji ber ku niha jî di nava jiyaneke zehmet de ne û dev ji axa xwe bernedane. Bi taybetî ji bo van bibînim hatime vir.”

Cîhad hêviyên xwe yên beriya were Şengalê jî wiha anî ziman: “Ji min hebû ku em ê ciwanên bi emr perwerde bikin. Lê piraniya wan zarok in. Lê çiqasî biçûk bin jî ji karê xwe hez dikin û bi hezkirin tên hînî şanoyê dibin. Em niha 15 zarok û ciwanan perwerde dikin. Beriya em werin vir van ciwan û zarokan tenê şano wekî pêkenokê didîtin. Lê niha fêm dikin ku şano eynika civakê ye, êş û kêfxweşiya civakê rave dike. Her wiha em dîroka şanoyê jî hîn dikin. Dîsa, êdî şagirtên me dikarin mîmik û tevgerên xwe bi awayekî rast bi kar bînin. Hînî derketina ser dikê û liv û tevgerê dibin.”


Tevî ku tecrûbeya wan tunebû ji bo perwerdê hatin

Mamosteyê muzîkê Kawa Xalid ji bajarê Hesekê hatiye Şengalê û ji bo hatina xwe dibêje, wan êşa civaka Êzîdî ji dil hîs dikir û ji bo dîtina vê êşê ew hatin vir û xwestin ciwanên Êzîdxanê perwerde bikin.

Xalid ragihand ku beriya ew werin ciwanên Şengalê bingehek yan jî tecrûbeyek xurt a muzikê nebû û weha peyivî: “Tecrûbeyên ku me di akademiyê de dîtin, me xwest wan tecrûbe û perwerdeya xwe bi Şengalê re jî parve bikin. Niha fêr dibin û ev jî me kêfxweş dike. Niha şagirt gihiştine asteke baş, pêşiya wan jî vekiriye.”


Xewnên wan yên salan bû 

Mamosteyê kamera û arşîvê Ebdulah Hecî Gundo ji Kobanê ye. Mamoste Ebdullah da zanîn, ku wan ji mêj ve dixwest werin Şengalê û got, “Ez bi xwe mamosteyê sînemayê me. Em hatin vir, me dît pêwîstî heye, me got em perwerdeya kamera û arşîvê bidin. Lê xewnên me yên salan bû ku em werin Şengalê bibînin. Civaka Êzîdî gelekî mêvanperwer û vekirî ye.”

Ebudulah ragihand ku şagirtên perwerde dikin, gihiştine astekê ku bikaribîn êdî xwe bi xwe perwerde bikin û hewcedarî bi kesekî nebin.

Mamosteyê govendê Mihemed Şêxo ji bajarê Qamişlo hatiye û diyar kir ku ji ber ku wext kêm e û zehmet e, ew govendên herêm bi herêm fêrî şagirtan bikin, ji bo wê jî wan her herêmek 2 govend hilbijart û bi wî hawî dersê didin.



RIZGAR DENÎZ/ŞENGAL