Derhênerê filma ‘Peykerê Dil’ Şiwan Etuf bi peyamekê ragihand ku ew ê dahata filmê xwe bide zarokên Rojavayê Kurdistanê.
Filma ‘Peykerê Dil’ 10 rojan li bajarê Silêmaniyeyê hate nîşandan. Li gorî agahiyan, zêdetirî 30 hezar kesan li filmê temaşe kir. Di heman demê de tê gotin ku film wê di rojên pêş de li gelek welatên Ewrûpayê jî bê nîşandan.
Têkildarî mijarê derhênerê filma ‘Peykerê Dil’ Şiwan Etuf li ser malpera xwe ya tora civakî peyamek parve kir û got, “Me biryar daye ku em dahata filma Peykerê Dil bidin zarokên Rojavayê Kurdistanê bikin.”
SILÊMANÎ