SILAVA ABDUREHMAN / MIHEMED AKENCÎ / ANHA/QAMIŞLO

Komîna Fîlman a Rojava amadekariya Mihrîcana 4’an a Filman a Rojava ya Navneteweyî dike. Mihrîcan wê 13’ê Mijdarê, di salvegera şewata Amûdê de dest pê bike. Komîteya amadekar da zanîn ku wan heta niha hezar û 500 filmên ku pirraniya wan welatên cihanê wergirtine. Niha jî komîte fîlmên li gorî mercên ku dê beşdar bibin, hildibijêre û werdigerîne zimanên Kurdî û Erebî.

Mihrîcana Filman a Rojava cara yekê ji hêla Komîna Filman di 13’ê Mijdara 2016’an de hat lidarxistin. Di 13’ê Mijdarê de ji bo rêzdariya şehîdên şewata Sînemaya Amûdê ya 1962’yan tê lidarxistin; di wê şewatê de 283 zarok şewitîbûn.

Komîna Filman a Rojava, ji Hezîranê ve dest bi amadekariyên mihrîcanê kiriye. Her wiha deriyên xwe li wergirtina filmên biçûk (filmên anîmasyon, belgefilm), belgefilmên romanî yên dirêj, di destpêka Îlonê de vekirin. Wergirtina filman wê heta 8’ê Mijdarê bidome.

Endama Komîna Filman a Rojava û endama komîteya amadekar a mihrîcanê Safînaz Ebikê diyar kir ku heta niha qederê hezar û 500 film û belgefilman miracaet kiriye û ew hîna jî miracaetan qebûl dikin. Komîteya amadekar niha li ser vebijartina filman dixebite. Di mihrîcanê de 3 beşên sereke hene: Filmên biçûk, belgefilm û filmên dirêj û romanî.

Pirraniya filman îsal ji Emerîka, Efxanistan, Hindistan, Tirkiye, Elmanya û wekî din in; Safînaz Ebîke dibêje, “Ev beşdarî cihê şanazî û serbilindiyê ye.”

ji Kurdistanê jî beşdarî xurt e. Heta niha ji Rojhilatê Kurdistanê 100, ji Başûrê Kurdistanê 11 û ji Bakurê Kurdistanê jî 27 filman miracaet kiriye.