Di pirtûka bi navê "Kurdistan, la colère d’un peuple sans droits" de pênç nexşeyên rengîn ên Kurdistanê û zêdetirê 60 wêneyên ku di dema rêwitiya li Kurdistanê de hatine kişandin, cih digirin. Di pirtûkê de jiyana gundên Kurdan û rastiya tekoşîna Kurdan a ji bo mafên wan bi riya portreyan tê vegotin.
Ji nivîskarên pirtûkê Olivier Piot, bi taybet ji bo rojnameyên navdar ên weke Geo, le Monde Diplomatique û Alternatives Internationales dixebite. Piot nivîskarê pirtûkên weke Şoreşa Tûnisê (Révolution tunisienne) a di sala 2011 de û Çepgiriya Tundraw (l'Extrème gauche) a di sala 2008 derkete jî.
Wênekêşê navdar Julien Goldstein ku wêneyên wî di çapemeniya Frensî û navneteweyî de cihek taybet digirin, di sala 2009 de ji ber projeya xwe ya Kurdistanê ji aliyê Weqfa Lagardére ve hate xelatkirin.
Her du rojnamevan Frensî ji bo rastiya gelê Kurd ku di nava gelên bê dewlet ên cîhanê de ya herî mezin e, bibînin û fêm bikin, li Kurdistanê geriyan. Ketin nava jiyana rojane ya Kurdan û bûn şahidên pirgirêkên aborî û siyasî jî. Înkara li hemberî nasnameya Kurdan û cûdakariya li hemberî Kurdan tê kirin jî dîtin.
Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Les petits matins tê weşandin û bihayê wê 27 euro ye, lê beriya ku cihê xwe di rafên pirtûkxaneyan de bigirin, her kes dikare bi 20 euroyan ji xwe re sparîş bikin.
Piot ve Goldstein, di cotmeha 2010 de bi wêne, nexşe, deng û dîmenan ji bo danasîna gelê Kurd projeyekê amade kiribûn.
PARÎS