Di destpêka civînê de herdu aliyan geşedanên dawî li herêmê û êrîşên xwekujî li dijî sivîlan hatin gotûbêjkirin. Hemû rûspî û şêxên ku di civînê de amade bûn diyar kirin ku aramî û ewlehiya herêmê bi saya YPG’ê pêk hatiye û careke din piştgiriya xwe ji YPG’ê re dubare kirin.
Di civînê de Şêx Mehmûd El-Şewax El-Bersan axivî û diyar kir ku wan bi çavên xwe dîtine ku tiştê li bajarê Serêkaniyê bûye, ji aliyê komên çete ku hemû ji diz û keysbazan pêk tê ve pêk hatiye û wiha got: “Tiştê çeteyan kirine tenê dizî û wêran kirina bajêr e, lê li aliyê din me li ba YPG’ê lehengî, rastî û biratiya bê cudahî dît.”
Li aliyê din nûnerên YPG’ê diyar kirin ku yekîneyên wan ti carî ji bo parastina hemû pêkhateyên herêma Cizîrê gavan paşve navêje û dê li hemberî tevliheviyê û cudahiyê û li hemberî êrîşên li dijî herêmê berxwedana xwe bidomînin. Nûneran di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya piştgiriya hemû pêkhateyan û bi taybet pêkhateya Ereb ji YPG’ê re û destnîşan kirin ku ji bo têkbirin û vala derxistina hemû êrîş û pilanên li dijî herêmê yekîtiya pêkhateyan girîng e.
Di dawiya hevdîtinê de hemû rûspî û Şêxên Êlên Ereban diyar kirin ku dê ji bo vala derxistina êrîşên çeteyan û pilanên li dijî herêmê bi YPG’ê re di nava hevkariyê de bin.
QAMIŞLO