Ji bo 3. komcivîna derbarê paşeroja Sûriyeyê ya li Cenevreya Swîsreyê pêk tê ku li gorî plansaziya 25’ê vê mehê bê lidarxistin, hevdîtînên Rûsiya û Emerîka didomin. Çend roj berê cîgirên Wezîre Karê Derve yên Rûsiya û Emerîka li hev civiyan. Di civînê de Rûsiya navên 15 kom û serkirdeyên wan ji bo tevlîbûna civîna Cenevre 3’ê bibe pêşniyazî Emerîka kir. Di nava vê lîsteya Rûsiyayê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekitiya Demokratîk jî hene.

Rûsiya navê 15 nûnerên muxalefetê, ji bo beşdarî civîna Cenevre 3 bibin, pêşniyar kir. Di nava  wan de MSD û PYD’ê jî cih digrin.

Di civîna di navbera Cîgirê Wezîrê Karê Derve yên Rûsiyeyê Gennady Gatilov û hempîşeyê wî yê Emêrîkayê Anne Patterson de, aliyê Emêrîkî û hevkarên wî yên Birîtanî û Fransî desteya danûstandinan a ku ji Riyadê derketibû weke “nûnerê tekane” yê muxalefeta Sûriyeyê diyar kirin.

Li aliyê din, Rûsyayê destnîşan kiribû ku divê biryara 2245 a ku dibêje “Divê Steffan De Mîstura şandeya muxalefetê ji kongreyên Riyad, Moskow û Qahîreyê saz bike” bê pêkanîn.


Ji bo Cinêv-2 dubare nebe

Di wê civînê de, aliyê Rûsî navê 15 kesan ji bo şandeya muxalefetê pêşniyar kirin. Ew nav jî wiha hatin rêzkirin,”Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Xalid Îsa, Serokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Heysem Mena û Asya Osman, Macid Hibo, Serokê Eniya Gel a Rizgarî û Guherînê Qadrî Cemîl, Mazin Xerîba, Serokê Platforma Sûriyeya Demokratîk Semîr El-Eyta, Selîm Xêrbeg, Emîne Oso, Rîm Tirkmanî, Ebas Hebîb, Renda Qisîs, Nemrûd Silêman û  Fatih Camûs.”


Lavrov û Kerry li hev dicivin

Rûsiya, ji bo kesên tevlî civînê bibe 2 bijark ji Emêrîka re pêşniyaz kir. Bijarka yekem an dê navên ku pêşniyar kirine li ser lîsteya Riyadê bên zêdekirin, a duyem jî ew ê muxalefet bi 2 şandeyan (yek a Riyad û ya din lîsteya ku Rûsiya pêşniyar kiriye) derbasî Cinêva-3 bibe. Rûsiya bi gotina ‘Bila Cenevre 2 dubare nebe’ nêrîna xwe piştrast kir.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Karê Derve ya Rûsiyeyê duh ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyeyê Sergei Lavrov û hevkarê wî yê emêrîkî John Kerry, dê di 20’ê Çileyê de li Zurich a Siwîsrayê li hev bicivin. Di civînê de aloziya Sûriya û Ukraniyayê dê bên gotûbêjkirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN




‘MSD dê bandorekê çêbike’


Nivîskar û dîroknasê Lubnanî Ebbas El-Huseynî bal kişand ku her hêzeke li Suriyeyê tevlî şer bûye, rêya xwe esas digire, lewma jî bi vî rengî ji Cenevre 3 jî encam nayê girtin. El-Huseynî got ku ger ku MSD tevlî civînê bibe, dê bandoreke berbiçav çêbike.

El-Huseynî bi lêv dike ku Meclîsa Suriyeya Demokratîk a ku di 8-9’ê Kanûna 2015’an de hatiye avakirin jî tevlî Cenevre 3’ê bibe wê bandoreke erênî çêke û wiha got: “Rejîma Baas û opozîsyona Suriyeyê ji MSD’ê ditirsin, ji ber Kurd di nav de hene. MSD’ê li Cinêvê civîna xwe li dar xist û daxwaz kir ku di Cenevre 3 de cih bidin wê jî, her wiha bi hêvîne ku Neteweyên Yekbûyî jî vê daxwaza wan qebûl bike. Ger ku MSD di Cinêvê de amade bibe û hêzên din jî destur bidin, dê bandoreke berbiçav hebe. Wekî şex ez projeya MSD’ê diecibînim. Lê biryara federaliyê ji aliyê dewletên mezin ve hatiye girtin. Roj û salên pêş jî dê vê yekê diyar bikin.”