Serokê Tevgera Şîî Sadr Mûqteder el Sadr ji bo hikûmeta nû ya Iraqê 6 şert diyar kir. Sadr daxwaz kir ku Wezareta Parastin, Karê Navxweyî û Ewlehî rasterast girêdayî Serokwezîr bin.

Serokê Tevgera Şîî Sadr Mûqteder el Sadr daxuyanî da û got; “Meqamên ku di bin kontrola dewleta kûr de ne, divê li gorî mekanîzmaya yasa û mentiqê werin rawestandin.”

Şertên ku Sadr ji bo hikûmeta nû dayî diyarkirin wiha ne;

”Divê wezaretên navxweyî û parastin û ewlehiyê rasterast di bin kontrola Serokwezîr de bin. Wezîr ji zextên partiyên siyasî dûr bikevin û ji aliyê serokwezîr ve werin hilbijartin. Meqamên di asta wezaretê de yên ku beriya niha jî aliyê dewleta kûr ve hatin kontrolkirin li gorî mekanîzmaya yasa û mentiqê werin rawestandin. Divê pêşiya kesên profesyonel û bi qabiliyet were vekirin. Ji bo parastina rûmeta dewletê divê şertên giran bên diyarkirin. Divê hinek meqamên hesas yên bûyê wesîleya reformê, di bin kontrola serokwezîr de be û komîsyonên li parlamentoyê li gorî berjewendiyên gel werin diyarkirin.”

 

BEXDA