Saeta nava mirovan a biyolojîk çawa dixebite? Jeffrey C. Hall, Michael Rosbash û Michael W. Young kirin ku awireke me ya fêmdar li mijarê peyde bibe. Niha jî ji bo vê yekê wan xelata Nobelê ji bo Fiziyolojiyê bi dest anî.

Vedîtina wan a li ser gera çerxa molekuler, rave dike ka çawa dirixt, heywan û mirov rîtma xwe ya biyolojîk li rewşan diguncînin da ku bi rengê herî baş li gorî dewra şev û rojî ya dinyayî xwe eyar bikin. Tişta ku van zanyaran kirî ew e ku di dema xebata xwe de wan genek tecrîd kir û ev gen ew gen e ku esas rîtma biyolojîk kontrol dike. Wan dikarî biçespînin ku ev gen bi şev proteînekê hildiberîne û ev proteîn bi roj tê serifandin. Paşê jî wan hin proteînên din tesbît kirin ku saeta biyolojîk a şaneyan bi rê ve dibin. Ev jî sîstemeke ku di navê de mirov jî li cem hemû organîzmayên pirr-şane saeta biyolojîk eyar dike. 


NAVENDA NÛÇEYAN