Şanoya Mencelê ku li Wanê ye, di vê mehê de bi 4 lîstikan li ser dikê be.

Lîstikvanê Şanoya Mencelê Ferhat Aslan, got, piraniya lîstikên wan bi Kurdî ne û got, par bi 4 lîstikan xwe gihandine bi hezaran kesî. Her wiha Aslan, diyar kir ku du sal in pêşangehan li dar dixin û di dema pêşangehan de eywan tije dibe û got, eleqeyeke mezin heye.

 Aslan, bal kişand ser girîngiya şanoya bi Kurdî û got: “Em hunera xwe bi zimanê xwe dikin. Derfetên me kêm in. Kapasîteya eywana me 120 kes e. Lê dîsa jî em karê xwe dikin. Tiştekî bi qasî hunera bi zimanê zikmakî xwezayî tuneye. Ji bo pêşketina şanoya kurdî çi ji destê me tê em dikin. Daxwaza gelê me jî şanoya bi zimanê zikmakî ye. Eleqeya ji bo lîstikên kurdî zêde ye û eywana me tije dibe”.

 

WAN