Şaredarî li taxa Bagcilarê ji bo çêkirina rêyên nû dest bi xebate kir. Di xebate rêyên nû de xîz û mucir li ser rê rokir û dest bi xebatan kir. Miduriyeta Karên Fenê ya Şaredariya Rezan li taxa Bagcilar, Parka Newroz, 8'emîn Kolana Karanfilê û li derdorê Zumrut Kentê xebaten rê dimeşîne. Rêyên ku ji îmarê re hate vekirin xebatên stabilizeyê berdewam dike. Xebaten ku li derdora parka Newrozê dest pê kir, didome. Tê armanc dike ku rêya 30 metre bi reya Borsaya Bazirganiye ve girêbidin.

Li aliyê din rêya 22 metre ya Kolana Zumrut Kentê armanc dikin ku bi Rêya Sîverekê ve girêbidin. Rêya 18 metre ya ku ji Midûriyeta Maşineyên Îkmalê ya Şaredariya Bajarê Mezin dest pê dike û berdewama Kolana 8'emîn Karanfilê ye didome. Li bendê ye ev kolan di demek nêzîk de bi dawî bibe.


Amadekariyên zivistanê
Di çarçoveya xebaten rê de li taxa Baglarê jî hemî kuçe û kolan tên nûkirin û amadekariya zivistanê tê kirin. Hemû rêyên ku xera bûne tên nûkirin û kevirên parke yên hilweşiyane ji nû ve tên pêçandin. Li kolanên Kaynartepe 217, Muradiye 184, taxa 5 Nisanê, Selahattin Eyubi û Mevlana Halitê xebaten kevirên parkeyê tên kirin. Şaredarî ger ku pêwist bibîne dê rêyên gund û dibistanan jî çêke.


DÎHA/AMED