Komeleya Birevebirin û Têkoşina Xizaniyê ya Sarmaşikê, ku li Amedê ji bo piştgiriyê bide malbatên xizan xebata alîkariya zexîre dide, ligel meha Remezanê sal 12 meh bê navber alîkariya xwe berdewam dike. Komeleya SARMAŞIK ku rêveberên wê ji şaredar, doktor, karsaz, parazvanên mafên mirovan, endezyaran pêk tê û di sala 2006'an de hate avakirin, 6 salin ji bo xizmeta xizanan bike bê navber sal 12 meh xebatê dimeşîne. Komele niha di meha remezanê de jî xizmeta zexîre dide 3500 malbatên ku nifûsa wan ji 20 hezar kesan pêk tê. Komele, li gel xizmeta zexire, alîkariya tenduristî û perwerdehiyê jî dide. Komeleya ku tenê xizmetê dide welatiyên xizan, heta niha di bin navê "KCK"ê de gelek caran lêpirsîn û doz der barê wê de hate vekirin. Alîkariya ji bo welatiyên Wanê ên di erdhejê de mexdûr bûn şand de jî doz hate vekirin. Waliyê Amedê ji bo alîkariya ji Wanê re hate şandin 862 TL cezayê îdarî li komeleyê birî.
Tevahiya salê alîkarî
Sekreterê Giştî yê Komeleya SARMAŞIK'ê Mehmet Şerîf Camci, anî ziman ku xebatên wan ên bi taybetî ji bo meha Remezanê tune û wiha got: "Ji bo me hemû meh bi qasî hev girîn in. Em di 12 mehên salê de heman xizmetê didin welatiyan. Ji ber ku alîkariya zexîreyan, alîkariyek her daîm tê xwestin. Divê mirovên rewşa wan nebaş tenê di meha Remezanê de neyên bibîranîn. Divê mehên din jî bên bibîranîn. Em niha ji wekî mehên din xebatên xwe berdewam dikin. Camci, anî ziman ku di meha Remezanê dê de bi taybetî saziyên dewletê û malên cemaetê ji bo xwe têxin çavê welatiyan tenê meha remezanê zexire û alîkariyê belav dikin û di mehên din de welatiyan ji bîr dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê alîkarî tenê di mehekê de neyê kirin. Divê alîkarî her tim li gorî pêdivî û daxwazê bê kirin. Li bajarên mezin konên fitaran ten vekirin. Lê ev ne çareserî ye. Divê alîkarî bi malbatên xizan re bê kirin. Em dîsa bang li malbatên rewşa wan baş dikin û dixwazin alîkariyê bidin Komeleya SARMAŞIK'ê da ku karibe alîkariyê bide malbatên xizan.
AMED