Qenala televîzyonê sala 2010´an hatibû damezrandin û sala 2012´an dest bi weşana bi rêk û pêk kiribû. Stêrk TV wê îro (5´ê Çile) ne bi tenê ji aliyê ziman ve, wê bi naveroka weşanên xwe jî xîtabî tevahiya herêmên Kurdistanê bike. Bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî wê rojane nûçe, bernameyên nîqaşê, bernameyên civakî û çandî wê werin weşandin. Hefteyê carekê wê bi zaravayê Hewremanî bernameyk ji 90 deqeyî bê weşandin.
Di Stêrk TV de bernameyên jin, ciwan, kalûpîr û zarokan jî wê hebin. Bernameyên nasandina herêmên Kurdistanê ji Rojava heta Rojhilat wê di weşanên televîzyonê de hebin.
Di dema weşana nû ya Stêrk TV de ku di 5'ê Çileyê de destpê dike, saetên destpêkirina weşanê jî diguherin. Li gorî vê yekê; weşan wê êdî li gorî dema Ewropayê saet di 06:00 de bi bernameya Stêrka Sibehê ya bi moderatoriya Reşad Sorgul destpê bike. Saet di 07:30 de bi Rojbaş Kurdistanê dewam bike û di nava rojê de wê bernameyên çandî, civakî û siyasî bên weşandin.
Dema nûçeyan jî wê saet di 16:00 de bi nûçeyên Zazakî destpê bike, saet di 17:00 de bi nûçeyên Soranî û saet di 18:00 de jî bi bultena nûçeyên Kurmancî dewam bike.
Stêrk TV heta niha bi tenê li ser satelîtê Hotbirdê weşan dikir. Wê ji niha û pê ve li ser satalayta Nil Sat'ê jî weşanên xwe bike.

Agahiyên Satelîtê


Navê satelîtê:
Hotbird 13
Frekans: 12.520
Symb. Rate: 27500
Pol: V
Fec: 3/4
Navê Satelîtê:
Nile Sat
Frekans: 11.075
Symb. Rate: 27500
Fec: 3/4


 NAVENDA NÛÇEYAN