Riham Hico:Em weke civaka Êzîdî heta dawî dilsozê Rêber Apo ne û em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li xwe xwedî derkevîn û hebûna xwe biparêzin. Rêber Apo sedema hebûna me ye. Em li ser vê bîrdozî û hişmendiya azadiyê tohla 73 fermanan ji dijminên Êzdîxanê hiltînin.
AYSEL AVESTA
Hevseroka Meclîsa Xweseriya Şengalê Riham Hico der berê peyama Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo civaka Êzîdî de bersiv da pirsên me.
Riham Hico diyar kir ku peyama Ocalan ji bo civaka êzîdî û hemû civakên ku li azadiya xwe digerin bû bingeha hêz û moralê.
Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtana bi birayê xwe Mehmet Ocalan de silavên xwe yên taybet ji bo civaka Êzîdî şandibû û gotibû; ”Ez ji Xelkê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînin. Bila êdî ew nekevin nava fikaran. Bila ew êdî avakirina jiyana xwe ya azad dewam bikin.”
Em deyindarê Rêber Apo ne
Hevseroka Meclîsa Xweser a Şengalê Riham Hico kefxweşiya xwe ya ji ber peyama Ocalan anî ziman û got: Peyama Rêber Apo ji bo civaka me cihê kefxweşî û şanaziyê ye. Rêber Apo di nava şert û mercên Îmraliyê de jî dilsoziya xwe ya bi civaka me re aniye zimên, ev yek ji bo me gelek bi wateye. Rêber Apo di peyama xwe de bal kişandinye ser destana Derweşê Evdî û legengiya Şervanên azadiyê ku bi hawara civaka me ve hatin û em ji ferman û qirrkirinê rizgar kirin. Ev peyam ji bo civaka me û hemû civakên ku li azadiya xwe digerin, yên ku mefên wan ji wan hatin standin gelekî girîng e. Jixwe çavê civaka me jî hertim li peyamên rêber Apo ne. Ji ber ku em baş dizanin ji bilî Rêber Apo tu kesî riya rast nîşanî me nedaye û xwedî li me derneketiye. Ev destkeftiyên ku di asta şoreşê de li Şengalê hatin bi destxistin bêguman bi saya felsefa Rêber Apo û tevgera azadiya gelê kurdistanê bû.
Ji bo me mizgînî ye
Riham Hico di dewama hevpeyvînê de bal kişand ser asta rêkxistana civaka Êzîdî û got:”Em baş dizanin ku ji bo mezinkirin û bi rêxistinkirina wan destkeftiyan ji bilî Rêber Apo tu kes ango rêxistinên herêmê qebûl nekirine û neparastine. Hêz û partiyên siyasî yên li herêmê her tim ji bo têkbirina van destkeftiyên me di nava hewildanan de ne û di her firsendê de gefan li me dixin. Bi vê têgihiştinê em jî weke meclîsa xweseriya Şengalê û hêzên eskerî û rêxistinên siyasî yên li Şengalê li gorî talimat û perspektîfên Rêber Apo xwe bi hêz û rêkxistin dikin û li hemberî fermanan xwe diparêzin. Bi rastî jî her tim çavê me li peyam û perspektîfên Rêber Apo bû. Her gotinek Rêber Apo ji bo me mizgînî û cîhê kefxweşiyê ye.”
Rêber Apo sedema hebûna me ye
Riham Hico kefxweşiya xwe ya ji bo peyam û silavên Ocalan jî anî ziman û got;”Rêber Apo ji girava Îmraliyê di nav car dîwaran de silav û hizkirinê xwe ji bo civaka me şandiye û dibêje, ez ji civaka êzîdî hez dikim. Em jî weke civaka Êzdîxanê gelek ji Rêber Apo hez dikin. Bi rastî jî heskirina Rêber Apo di dilê her ferdekîê civaka me de heye. Ji ber ku em Rêber Apo weke sedema hebûna xwe dibînin. Em weke civaka Êzîdî heta dawî dilsozê Rêber Apo ne û em ê li ser fikr û felsefeya Rêber Apo li xwe xwedî derkevin û hebûna xwe biparêzin. Rêber Apo ji bo me hêzeke manewî ye.
Em ê tohla 73 fermanan hilînin
Hevseroka Meclîsa Xweser a Şengalê biryardariya civaka Êzîdî ya li hemberî peyama Ocalan jî wiha anî ziman; ”Em weke civak bi hêza xwe li ser vê bîrdozî û hişmendiya azadiyê tohla 73 fermanan ji dijminên Êzdîxanê hiltînin. Ji bo careke din ferman bi ser me de neyên em ê xwe bi hêz bikin û rêkxistina xwe xurt bikin. Em ê li ser esasê Şengala xweser hêzên xwe yên parastinê xurtir bikin. Bi rastî jî ev peyama Rêber Apo ji bo Şengalê bi taybet û ji bo tevahî civaka Êzîdî bû pengaveke nû. Rêber Apo di peyama xwe de dibêje, ”bila xelkê Şengalê êdî xema nexwe” Vê gotina rêber Apo hêz û bawariyeke mezin da me. Em jî bi dilrehetî dibêjin bê xem be Şengal êdî ne Şengala berê ye, Xelkê Şengalê îro bûye xwedî hêzeke rêkxistinkirî, bawerî û hêza xwe ji xwe digre. Di qadên jiyanê hemûyan de li ser axa pîroz xwe ji nû ve afirand û ji êş û fermanan dersên dîrokî derxistiye. Her çendî zahmetî li Şengalê hebin, gef lê bên xwarin, destên gelek derdoran di nav de hebe jî em ê xewin û xeyalên Rêber Apo li Şengal û tevahî Êzdîxanê pêk bînin. Em ê bi yekîtî û tifaqê, bi Şengala xweser û xwedî statû bersiva peyama Serok Apo bidin. Em ê ji niha û pêde hin bêhtir ji xwe bawer, bi vîn û hêzeke rêkxistinkirî têbikoşîn. Weke civaka Şengalê ji bo azadî û serbestiya Serok Apo em ê ji her demê bêhtir bixebitin da ku li ser axa Êzdîxana azad bi Rêber Apo re azad bijîn.