Hin şervanên YPG/YPJ'ê yên beriya êrîşan  di xebatên ciwan û xwendekaran de cih digirtin, bêyî ku haya wan jê hebe ku berxwedana wan li cîhanê deng vedaye, berxwedana xwe ya ji bo nirxên mirovahiyê dewam dikin. Ciwanên ku bi awayekî bê sebir dixwazin navenda bajêr ji çetyan paqij bikin, yekane daxwaza wan azadbûna bi temamî ya Kobanê ye.

'Ez Kurdistanê diparêzim‘

Şervanê YPG'ê Mehmûd Misiro yê ji gundê Mezra Ebrûş ê li rojavayê Kobanê anî ziman, ku beriya êrîşên çeteyan ew di nava xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) de cih digirt û berî salekê ji bo welatêa xwe ji dagirkeriya çeteyan biparêze, tevlî YPG'ê bûye. Piştî êrîşan malbata wî derbasî Pirsûsê bû û ew li gel sê xizmên xwe tevlî berxwedana dîrokî bû. Misiro ku li eniya berxwedanê bi hevalê xwe re nobedê digire, ji me re dibêje mala li pêşberî wan mala wan bi xwe ye. Misiro nerazîbûnê nîşanî pirsa me ya "Tu mala xwe diparêzî?" dide û vê bersivê dide: "Ez ne mala xwe, her bihosta Kurdistanê diparêzim. Ji bo Kurdistanê û gelê Kurd biparêzim ez tevlî YPG'ê bûm."
Misiro bang li ciwanên Kobaniyî kir ku beşdarî berxwedanê bibin û du extiyarên li mewziya kêlekê nobedê digirin nîşan da û got, "Binêrin extiyarên me jî li cem me nobedê digirin. Di berxwedanê de wezîfe dikeve ser milê her kesî û her kes dikare tiştekî bike." Şervanê ciwan Misiro di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêngava YPG/YPJ'ê ya beriya mehekê destpê kir, wê di dema herî kurt de bi serketinê bi encam bibe.

'Ji bo wesiyeta şehîdan bûm YPJ’yî’

YPJ'yiyên li mewziyeke din a ji ala YPG û YPJ'ê nobedê digirin, anîn ziman ku ji ber berxwedana ev 4 meh in bê navber dewam dike, wan derfet nedîtine ku rojevê bişopînin. Dema me ji YPJ'yiyan re gotin ku berxwedana wan a dîrokî li çapemeniya cîhanê deng vedaye, gelekî bi coş û kêfxweş bûn. Ji şervanên YPJ'ê Sozdar Kobanê, beriya êrîşên DAIŞ'ê di xebatên ciwanan de cih digirt. Sozdar Kobanê zêdeyî saleke di nava refên YPJ'ê de cih digire. Şervana YPJ'ê Kobanê wiha axivî: "Dema di êrîşên çeteyan de hevalên me şehîd ketin, ji bo jîndarkirina bîranînên wan û pêkanîna îdealên wan, ez tevlî YPJ'ê bûm. Gelekî kêfxweş im ku di nava berxwedana Kobanê ya ket nava rûpelê dîrokê, cih digirim."
Sozdar Kobanê ragihand ku malbata wê li Pirsûsê ye û bang li ciwanên Kobaniyî yên malbatên xwe gihandine herêmên bi ewle kir, ku vegerin û di nava berxwedanê de cih bigirin.
Pêşketina şervanên YPG/YPJ a di "Operasyona Paqijkirinê" de dewam dike. Şervanên li eniyên paş jî cih digirin, di demên vala de pêwîstiyên xwe yên rojane tedarik dikin. Şervanê YPG'ê Diloavn Kobanê yê kincê xwe di teştê de dişuşt, dema dît em wêneyê wî dikşîne, heyecan pê ket. Piştî sohbetekê anî ziman ku ew li Zanîngeha Helebê di beşa Wêjeyê de xwendekarê pola yekemîn bû û destnîşan kir ku ji bo meziznkirina şoreşê tevlî refên YPG'ê bûye. Dilovan Kobanê got, "Ji bo parastina ax û rûmeta xwe tevlîr efên YPG'ê bûm. Ji roja destpêkirina berxwedana Kobanê û vir ve li gel hevalên xwe li eniyê li dijî çeteyan şer dikim. Moralê me gelekî bilind e."


ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/ANHA/KOBANÊ