Di çapemeniya Kurd de Rojnameya Kurdistan 22´yê Nîsana 1898´an nivîskî  weke rojnameya yekemîn li sirgûnê dest bi weşanê kir. Di sala 1995'an de jî weke  li sirgûniyê Med TV´yê dest bi weşanê kir û di dîroka Kurdan de cihekî gelek girîng girt. Weşangeriya televîzyonan a ku bi Med TV dest pê kir îro li Kurdistanê bi dehan TV weşanê dikin. Yek ji van jî Ozgur Gun TV´yê di 6'ê Nîsanê de li Amedê dest bi weşanê kir. Ozgur Gun TV ji bo gelê Kurd gelekî girîng e.


"Sirgûn beşek ji trajediya Kurdan e"

Koordînatorê Weşana Ozgur Gun TV´yê Tayîp Temel diyar kir ku di çapemeniya Kurd de "sirgûn" weke birînekê nakewe cihê xwe girt û Rojnameya Kurdistanê li sirgûniyê dest bi weşanê kir perçeyekî trajediya gelê kurd e. Temel got, çapemeniya Kurd her tim rastî zext û tunekirina hêzên dîroka Kurdistanê înkar dikin hat û wiha got: "Rojnamegeriya wê rojê li sirgûniyê dest pê kir hê jî li sirgûniyê weşanê dike. Hin sedemên vê yêkê yên siyasî û civakî hene. Çapemeniya kurd li hemberî zext û astengiyan li ber xwe da."

Temel da zanîn ku rojnamegeriya Kurd îro bi sedan weşanan riya xwe didomîne û wiha axivî: "Ji bo vegotina vê serhatiyê divê mirov berê xwe bide dîroka gelê Kurd jî. Divê mirov berê xwe bidin pirsgirêkên dijîn jî. Weke rojnameya yekemîn hêj jî beşek weşanên Kurdî li sirgûniyê weşanê dikin. TV li Ewropayê weşanê dikin hê jî ji axa xwe dûr in. Ji ber ku Kurdistan hatiye parçekirin zimanekî neteweyî pêk nehatiye."

Temel got, divê saziyeke ji bo çapemeniya Kurd uslûbeke neteweyî pêk bîne were avakirin û ji bo vê yêkê jî pêşniyara damezrandina Konseya Çapemeniya Neteweyî ya Kurd kir. 


'Bila dawî li weşangeriya zirar e ji yekîtiya neteweyî re were'

Temel diyar kir ku divê çapemeniya Kurd, zimanê ximzeta yekîtî û yekbûna neteweyî ya kurd bi kar bîne û wiha pê de çû: "Nêrînên siyasî bandoreke zêde li çapemeniya Kurd dikin. Mînak, di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê saziyên çapemeniyê li gorî nêrînên siyasî weşanê dikin û zirarê li yekîtiya neteweya Kurd dikin. Her tişta fêde ye ji bo yekîtiya netewiya Kurd û gelên din ên li Kurdistanê mijara çapemeniya Kurd e. Lê em pêrgî rewşeke li dijî vê yêkê hatine. Hin weşan zimanekî gelekî xirab û tehrîkkar bi kar tînin."

Temel anî ziman ku zimanê dijber û ji yekîtiyê dûr dibe sedema rageşiyên siyasî û sedema vê yêkê jî parçebûn e. 


HAYRI DEMÎR/DÎHA/AMED