Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî di resepsiyonê de axaftinek kir û wiha got: “Em ji Mamoste Mehmet Firat re gelek sipasiyan dikin ku berhemekî wiha qedirgiran ji bo Kurdî amade kiriye.” Bateyî her wiha bang li mamosteyên ku Kurdî dizanin jî kir ku berhemên Kurdî amade bikin. Piştî axaftina Bateyî, Nivîskarê ferhengê Hîndekarê Beşa Biyolojî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Botanîkwan Mehmet Firat ji xwendevanên xwe re ferhenga xwe îmze kir. Nivîskarê berhemê Mehmet Firat piştî îmzekirina ferhengê têkildarî berhemê de hin agahî dan.


Navên Riwekên bi latîni, Kurdî û Tirkî

Firat diyar kir ku dema çûye navçeya Miksê ya Wanê biryar daye vê xebatê bike û wiha got: “Di dema ku ez li ser teza xwe a mastirê dixebitiyam çûm Miksa Wanê. Wê demê li wir kalêkî tiştek li min pirsî; ji min re got, ‘Mamoste navê vê kulîlkê çiye?’ Min got, puşkiniya. Min navê wê yê Latîtîni got. Min tenê navê wê yê latînî dizanî. Ez gundîme xelkê Semsûrê me. Li gundê xwe min navê 20-30 heb kulîlkan dizanî. Min navê kulîlkê yê latînî jê re got. Wî got bibore te çi got. Navê vê kulîlkê di zimanê me de bi Kurdî çiye? Ez Kurdim. Min fedî kir. Wî ji min re got navê vê Berfîne. Min li wir biryar da ku, ez dê êdî li gel navên latînî yên kulîlkan ji bo hemû cîhan bizanibe navên wan ên Kurdî jî binivsim.”


Di 14 salan de hat amadekirin
Firat, di berdewamê de destnîşan kir ku di sala 1990’an de dest bi xebatê kiriye û ev agahî dan: “1990’an de me dest bi ve xebatê kir. Ev 14 sale em li ser vê dixebitin. Ez gund bi gund, bajar bi bajar qeza bi qeza, deşt û çiya geriyam. Kî rastî me dihat, me ji wan dipirsî, ‘Mamo, xalo navê vê çiye? Şivan û gavan, jinên ku pinçar berhev dikin navê kulîlkan dipirsî. Her wiha em şev dibûn mêvanên koçeran û me ji wan jî navên kulîlkên Kurdî dipirsî.”
Firat anî ziman ku di berhemê de 7 hezar 300 cure navê kulîlkan hene û wiha domand: “Ji wan 42 hezaran Kurdan navên cuda danîne ser. Eger derfet çêbe û em bi rehetî bikaribin li ser çiya û gundên Kurdistanê bigerin, ez di wê baweriyê de me ku em dê bikaribin 200 hezar navên nû ên kulîlkan peyda bikin. Tiştek din jî heye ev ferheng di warê navên riwekên Kurdî de li cihanê yekem xebate. Min xebat bi serê xwe çêkir, li gundan hin hevalan alîkarî dida min. Navên riwekan ên bi Kurdî yek bi yem min ji çavkaniya wan girtiye û bi vî avayî min ev xebat temam kiriye.” 

DÎHA/WAN