Adil Bêrtî bi eslê xwe ji navçeya Palû ya Xarpêtê (Elezîz) ye û di jiyana xwe ya 35 salan de gelek kar kir. Destpêkê şivantî, piştre li Stenbolê îşportakariyê li Stenbolê kir, piştî ku tê Îzmîrê dest bi karê bazariyê dike. Bêrtî di jiyana xwe de guhdarî mûzîka Rockê nake, lê ji mûzîka hunermendê Kurd Ciwan Haco bandor dibe, hewl da bi estnruman û stranên xwe yên ku ew bi xwe dinivîse, vê yekê biceribîne. Piştre serî li Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) şaxê Îzmîrê dide. Bêrtî li NÇM’ê nêzî 4 salan perwerde dibîne. Bêrtî der barê mûzîka xwe de ji ANF’ê re axivî û diyar dike ku Kurdî gellek li muzîka Rockê tê.

'Rock di giyana min de hebû' 

Bêrtî dibêje; “Gelek mirov ji min dipirsin “Te çawa piştî şivantiyê û îşportakariyê dest bi mûzîka Rocka Kurdî kir?” Wele ez jî nizanin, lê bawer im ev yek di ruhê min de hebû.” Bêrtî diyar dike ku enstrumanên ku ew ji bo mûzîk bi kar tîne pir diçin xweşa wî. Bêrtî dibêje ku ew ji Ciwan Haco bandor bûye û wiha didomîne; “Min nedizanî muzîka ez çêdikim Rock e. Heta beriya ez bêm NÇM’ê min ne dizanî ez çawa distirim. Min notayan nedizanî, agahiyên min der barê muzîkê de tune bûn. Lê min stran dinivîsan û dikir mûzîk. Piştre min lê nêrî ev yek tê ecibandin. Min jî biryar da ku pêşde bibim.”

Ji bo debarê bazarvanî

Bêrtî dide zanîn ku ew heta niha jî ji bo debara jiyana xwe bazarvaniyê dike û dibêje, “Ez mûzîkê ji bo zewqê çêdikim. Ez ji vir pere qezenç nakim. Ez bi bazarvaniyê debara jiyana xwe dikim, lê ez di NÇM’ê de mûzîka Rockê çêdikim. Bi vî awayî beşdarî gelek konseran bûm. Herî dawî ez beşdarî mihrîcana mûzîkê ya li Amedê bûm.”
Bêrtî got; “Heta niha min du stranên xwe li studyoyê strî. Karê albûmê hinek maliye divê. Ger pereyê min çêbibin ez ê stranên xwe çêbikim û dixwazim albuma xwe derbixim.”

ÛMÛT AKPINAR / ANF/ÎZMÎR