Hunermendên Hewlêrî daxwaz ji hêz û aliyên siyasî kirin ku ji bo yekrêziya Kurd bixebitin; wan got, rêveberên Kurd guhê xwe nadin daxwazan. Fikar û nerazîbûnên li hember xemsariya hêz û aliyên siyasî beramberî yekrêziya neteweyî zêde dibin. Hunermendên bajarê Hewlêr sekn û helwêsta aliyên siyasî ya li hemberî daxwaza welatiyan a ji bo yekrêziya Kurd, rexne kirin. Hunermend Tenha Îdrîs got, “Rêxistinkirina navmala Kurd di vê pêvajoyê de pirr pêwîst e. Ji ber ku li her parçeyê Kurdistanê planên dijminan dewam dikin. Lewma divê rêveber û tevahiya aliyên siyasî yên Kurd yekgirtî bin. Pêkve helwêsta xwe li hember dijminan nîşan bidin.” Tenha Îdrîs bal bire ser wê yekê jî ku dijmin li hemberî gelê Kurd yek bername û siyasetê dimeşînin û wiha axivî: “Lê belê rêveberên Kurd ji hev dûr dikevin.” Xizmeta gel nakin ya berjewendiyên xwe dikin Hunermend Lalo Rencder jî bal bire ser wê yekê ku rêveberên siyasî yên Kurd ên Başûrê Kurdistanê rêzê nagirin ji peyamên wêjevan û hunermendan: “Wêjevan û hunermendên Kurd berê ji bo yekrêzî û yekgotarê pêngav bi pêş xistin, lê belê rêveberên Kurd guhê xwe nedan van daxwazan.” Lalo Rencder destnîşan kir ku armanca van hizban xizmeta gel û netewe nîne, ji bo berjewendiyên xwe yên taybet dixebitin. ROJNEWS/HEWLÊR