Hisên, bal kişand ser hewldanên hin aliyan di riya çapemeniyê re ku kar xebata birayên xwe reş bikin û ji bo tevliheviyekê di nav Kurdan bi xwe de derbixe. Hisên got ku ev kiryar cih nerazîbûnê ye û pêwîst e kesên dixwazin tevliheviyê li herêmên Kurdan derbixin lêpirsîn li wan werin kirin û wiha axivî: “Dijminên Kurdan gihîştin ber xeta agir û hin dixwazin tevliheviyê çêbikin û nehêlin gelê Kurd tu sûdê werbigirin.
Derfetê nade aliyê din
Di derbarê nêrîna Partiya Pêşverû ya Demokrata Kurd li bajarê Tirbespiyê , endamê kordînasyonê di partî de mamoste Kurdî Zeydîn axivî û got: “Vepişaftin û nirxandina binçavkirina koma hatiye binçavkirin em dikarin di navbera xwe, partiyan an jî herdu Meclîsan de çareser bikin. Binçavkirina wê komê derfetê nade aliyê din ku deriyê sînor di rûyê gelê Rojava de bigire. Her wiha derftê nade ku Pêşmergan li ser sînor belav bike. Gelek caran di hevdîtinên me bi serokatiya herêma Başûr re got ku pirsgirêkên Kurdên Rojava li Hewlêrê çareser nabe û divê biryara Kurdên Rojava ji Rojava derkeve û li Qamişlo were birêvebirin ne li derve.”
Hevpeymanê binpê dike
Derbarê kar û barên leşkerî de û rola komîteya pispor ya Desteya Bilind a Kurd Zeydîn wiha got: “Me hemûyan ji herdu Meclîsan Desteya Bilind a Kurd ava kir û di derbarê hêza leşkerî me li hev kir biryar da ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tenê hêza leşkerî, rewa û netewî ji bo parastina gelê Rojavayê Kurdistanê hate hilbijartin. Her wiha ji bo navê wê û ala wê jî me li hev kir. YPG’ê li gel hêzê Asayîşê di bin biryarên Desteya Bilind a Kurd de dixebite.” Zeydîn, sekretêrê partiya “Partî” Ebdulhekîm Beşar û kesên li dora wî rexne kirin û got ku helwesta wî “dijberî hev e” û wiha axivî: “Li ser hevpeymana Hewlêrê bi vîna xwe û bi beşdariya serokatiya herêma başûr û piştre derdikeve û di çapemeniya Ereban û Başûr de hevpeymanê binpê dike.”
Zeydîn, peyamek ji kesên ku dixwazin Yekîneyên Parastina wan reş bikin sand û tê de got: “Hûn li ku derê bûn dema wan bi xwîna xwe Serêkaniyê, Tiltemir, Efrîn û Eşrefiyê parastin û piraniya Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Baas rizgar kirin.”
Ji aliyekî din ve birêvebirê Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarê Tirbespiyê Silêman Bedir di derbarê helwesta Hilûmeta Başûr de diyar kir û got: “Me hêvî dikir ku Hikûmeta Başûr bi yek mesafetê li hemû partiyan binêre û ji bo yekbûna wan tevbigere û ne li aliyê partiyekî tenê be. Ev tişt nakeve berjewendiya gelê Kurd.”
ANHA/TIRBESPIYÊ