Ji ber fikarên li ser ewlekariya Ocalan û nûçeyên di dema dawî de li medya Tirk li ser tenduristiya Ocalan hatin weşandin, gelê Kurd li ser piyan e. Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî bi vê armancê doh çalakiya rûniştinê dest pê kir. Li hemberî xemsariya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), bi sedan kesî li ser banga bi dehan saziyên Kurd, kesayet û dostên Kurdan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Kurdistaniyan tevî dostên xwe doh danê sibehê berê xwe dan herêma ku avahiyên Konseya Ewropa û CPT lê ne û bi qîrîna dirûşman xwestin ku Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Girseya gel ji CPT û Konseya Ewropayê xwest, tavilê bikevin nava liv û tevgerê.


Divê CPT erkên xwe bicîh bîne

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd. Koç destnîşan kir, ku heta agahiyeke zelal ji rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan bigirin wê çalakiya xwe neqedînin û bang li CPT kir ku tavilê bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir, ku wê li hemberî tecrîd û polîtîkayên qirêj ên li ser Ocalan li ber xwe bidin. Sariyildiz bang li CPT jî, ku tavilê bi berpirsyariya xwe rabe.

Parlamentera Wanê Tûgba Hezer jî bi taybetî bang li jinan kir ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan derkevin û ji CPT jî xwest, ku nebe amûrek ji polîtîkayên qirêj ên AKP’ê. Hezer destnîşan kir, ku rakirina tecrîda li ser Ocalan wê were wateya rakirina tecrîda li ser gelê Kurd.


Dîcle: Têkoşîna rûmetê ye

Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle jî anî ziman, ku Ocalan ligel êşkenca 19 salan lê tê kirin jî, rêbertiya stratejîk a gelê Kurd bi rê ve dibe.

Dîcle bi zimanekî tund CPT, Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku bi bêdengî li tecrîdê temaşe dikin şermezar kir û got, ev yek dibe sedema nerazîbûna Kurdan.

Dîcle da zanîn, Ocalan di heman demê de lîderê şoreşa jinê ya li Reqayê ye, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rê nîşan dide û destnîşan kir, ku tezên Ocalan êdî li nava derdora entellektuel û akademîk a li cîhanê tên nîqaşkirin.

Dîcle diyar kir, têkoşîna ji bo pêkanîna ewlekarî û tenduristiya Ocalan cihê rûmetê ye û bang li CPT kir ku tevî malbatê biçe Îmraliyê. Dîcle got wê heta dawiyê têbikoşin.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî işaret bi fikarên li ser rewşa Ocalan kir û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî ji daxwaza xwe ya azadiyê venegere. Kartal bang li CPT jî kir ku bi erka xwe rabe.

Remzî Kartal anî ziman, ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li gelê Kurd kir, ji bo tevlî çalakiyan bibe.


Ji Goran destek

Bi navê Tevgera Goran parlamenter Dr. Serga Mehemed Emîn li çalakiyê peyivî û tecrîd û sîstema êşkenceyê şermezar kir.

Emîn bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo Kurdan û gelên herêmê û got, pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn û tevahiya Kurdistanê bi Ocalan heye. Dr. Serga Mehemed Emîn xwest, ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin.

Hevserokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind jî got, divê her kes li ber tecrîd û êşkenceya li Ocalan tê kirin rabe. Serbilind banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin û bi bîr xist, ku faşîzma AKP’ê rûyê xwe yê herî gemarî nîşan da. Îmret ji CPT xwest ku der barê tenduristiya Ocalan de tavilê bikeve nava liv û tevgerê û banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.


Şakar: Xemsariyeke mezin heye

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd, Mahmût Şakar jî diyar kir ku tecrîda vê dawiyê li gorî yên salên berê girantir e û got “CPT, KE û DMME tu carî evqasî ne xemsar bûn.”

Şakar diyar kir ku CPT’ê berê gelek rapor amade kiriye û neweşandina rapora serdana dawiyê rexne kir. Şakar bang li saziyên navneteweyî kir ku divê heyetekê bişînin Îmraliyê.
Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli diyar kir ku, kesên li hemberî tecrîda

Ocalan bêdeng in, munafiq in. Tûrhalli diyar kir ku ji kîjan baweriyê dibe bila bibe divê her kes li dijî tecrîdê be.

Li ser navê Malbatên Şehîdan Şengê Kahraman diyar kir ku divê dewleta Tirk ji ber polîtîkayên xwe yên qirêj hesab bide.


Li pêşiya CPT çalakî 

Piştî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi dehan saziyên Kurd, Tirk û yên din li gel kesayetên navdar ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn û şûnde bi sedan kes ber bi avahiya CPT’ê ve meşiyan. Girseya bi dirûşmên ji Ocalan re azadî gihiştin pêşiya avahiya CPT’ê, bang kirin ku divê bi lezgîn heyetek biçe Îmralî û têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan agahiyek bide û ev fikar û metirsî bidawî bibin.

Di daxuyaniya çalakiya ji aliyê polîsan ve ewlehiyeke mezin hatiye girtin de, hate diyarkirin ku divê CPT li gorî rêziknameya xwe erkên dikeve ser milan bi lezgînî bi cih bîne. Di axaftinên bal kişand ser nûçeyên provakatîf ên li hemberî ewlehî û tenduristya Ocalan de, li dijî vê neketina nava ti hewledanan bi zimanekî tund hate şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyên hatin kirin girseyê li pêşiya avahiya CPT’ê çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Girseya ku çalakiya rûniştinê dewam dike, heyeta ku hate avakirin jî ji bo bi nûnerên KE û CPT’ê re pêk bîne çûn avahiya KE’yê û di hevdîtina pêk anîn de hesasiyet û daxwaziyên Kurdistaniyan ji rayedaran re gihandin. Piştî hevdîtinê endamên heyetê naveroka hevdîtina pêk anîne de ji çalakvanan re ragihandin. 


ANF/STRASBOURG




Li ber NY’ê civiyan 



Kurdistanî li Cenevreyê meşiyan û bal kişandin ser fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan. Di çalakiyê de hat gotin, ku sebra gelê Kurd kêm maye bifûre. Li Reîms a Fransa, Almanya, Kanada, Galler û Kanadayê çalakî li dar xistin. 

Kurdistaniyên ku ji rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in, çalakiyên xwe yên li Swîsreyê didomînin. Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hev civiyan, bi meşekê xwestin, ku tavilê agahî ji Ocalan bê girtin. Çalakger bi pankartên bi nivîsa "Statu ji Ocalan re, azadî ji Kurdistanê re" û dowîzên bi nivîsa "Banga lezgîn ji bo Ocalan" li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev civiyan û ber bi navenda bajarê Cenevreyê dest bi meşê kirin.

Di meşê de dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan hate qîrîn û tecrîda giran a li ser Ocalan bi tundî hate şermezarkirin.

Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin û Kurdistaniyan fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan anîn ziman. 


Li Reîmsê meş hate lidarxistin 

Li bajarê Fransa Reîmsê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Meş li pêşiya Gara Trenê ya Navenda Reîmsê dest pê kir û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ji Ocalan re Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.


Li Galler û Kanadayê çalakî

Ji ber zêdebûna fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdan li Galler û Kanadayê çalakî li dar xistin. Ciwanên Kurd îsal tevlî konferansa partiya neteweyî ya Gallerê Plaîd Cymrû bûn, ku her sal tê lidarxistin. Ciwanan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di serî de Seroka Partiya Plaîd Cymrû Leanne Wood, j parlamenterên Gallerê yên li Parlamenta Brîtanyayê Hywell Wîllîams, gelek rayedarên partiyê li ser rewşa Ocalan hatin agahdarkirin. 

Li bajarê Montreal ê Kanadayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Bi vê armancê gelek kes li navenda bajêr li hev civiyan. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Montrealê ve hate organîzekirin û li ser rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin. 



NAVENDA NÛÇEYAN