Şeva mijara gotinê pêr saet di 14:00'an de li bajarokê Wangen a Stuttgartê li navenda salona bi navê Arena Kultur Hausê bi beşdariya 3000 kesî pêk hat.
Di bernameya şeva piştgiriyê de hunermend Seyîtxan, Dîno, Mikaîl Aslan, Zozan Nûdem, Diyar, Alî Baran, Grup Munzur Bawa, Dewrîm û hevalên xwe, Engîn û Türkan, Alî Kiliç, Veysel Aydin û Umut, Hasan Yildiz, Sîmar, Gokhan , Koma şanoyê a bi navê Atolye derketin ser dikê. Di şevê de sinevizyon hate nîşanden û têkildarî wateya şeva hatiya lidaxistin axaftin hatin kirin.
Şev ji aliyê Yusuf Şerbet û Alî Kiliç ve bi Kurdî û Tirkî hate pêşkêşkirin. Di şeva piştgiriyê de ku ji aliyê Kurdên li heremê ve bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin de, standên ji bo alikariyê yên wekî Heyva Sora Kurdistan, Komisyona Malbatên Şehîdan a Stuttgartê, Mîr Muzîkê, standa ji bo abonetiya rojnameya me, standên xwarin û vexwarinê jî hatin vekirin.
Disa her wiha gelek mêhvan û kesayetên navdar jî beşdarî şeva piştgiriyê bûn. Di şeva piştgiriyê de, parlementera Ewropayê ya berê Feleknaz Uca, siyasetmedar û nivîskarê Kurd Muzaffer Ayata, ji saziya Diakoniya Elman Rainer Lang û dîsa ji Partiya Çep a Elmanyayê (Die Linke) parlemeter Aneta Grota axîfîn. Hemû axaftvanan bal kişandin ser girîngiya şevên piştgiriyê yên bi vî rengî werin li darxistin û her wiha ji bo alîkarî û çareserkirina pêdiviyên erdhejzedeyan.
Di axaftinan de, erdheja li Wanê rû da hate nirxandin û her wiha helwesta dewletê a li hemberî rizgarkirina erdhejzedeyan a destpêkê û dîsa hewldanên dewletê yê ji bo alîkariya gelê erdhejzedeyan ji hate rexnekirin. Dîsa di axaftinan de hate destnîşankirin ku rewşa erdhejzede têdane iro ne başe û pêwîste êşa wan were parvekirin.
Şeva piştgiriyê ji bo erdhejzedeyên Wanê hate li darxistin de, piştî axaftin û xwendina peyaman, bi derketina hozan û hûnermendan liser dikê û her wiha bi xwendina stran û helbestên bi xemgîni, hetanî derengiya şevê berdewam kir.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART