Thornberg, destnîşan kir ku, li welatekî weke Sûriyeyê ku tiştên xirab tên jiyan kirin gomanên wan hene ku ev hêjmar hîn jî zêde bibe. Thornberg da diyar kirin ku minakên wek vêna li welatên din tên xuya kirin, divê mirov mijarê bigre dest û bi nîrxîne.Di rapora ku Sapo yê îsal ji raya giştî re eşkere kirî de, hêjmara kesên ku ji bo şer çûyîn li Sûriyeyê wek 30 dabû diyar kirin. Niha jî rayedarên Sapo’yê ragihandin ku herî kêm 75 kes beşdarî komên El Qaîdeyê bûne. Dan diyar kirin dibin ku yên ku biçin jî hebin. Parlementerê Partiya Karkerên Sasyal Demokrat Carina Hagg dema ku çûyî li Tirkiyê di derbarê mijarê de lêkolîn kirin da îdia kirîbû ku herî kêm 400 kes çûne li Sûriyeyê.
Sapo’yê ji berî niha ragihandibû ji berî niha derdora 30 kesan çûne li Somaliyê, bi dehan kesan jî çûne li Afganistan û Îraqê bi mebesta şerkirinê beşdarî komên El Qaîdeyê bûne. Thornberg, anî ziman ku dema ku yên ku çûne li Samaliyê, Afganîstan û Îraq şer dikin û yên çûne li Sûriyê beramber bike hêjmara kesên ku çûne li Sûriyê zêde ne. Thornberg destnîşan kir ku ev kesane bi vîzeya Tirkiyê derbas dibin û got: “ Ev ne tiştekî ku hevdû bandor bikin, lê belê ciwan hevdû bandor dibin.”
Sapo’ yê da diyar kirin ku hêjmara kesên ku li Swêdê ji bo şer diçin li Sûriyeyê li gorî sê sal berî zêde dibûye. Sapo’yê ragihand ku hêjmara van kesên ku di xwazin serî li rêyên teroristî bidin li Swêdê hêjmara wan derdora 200 kesane, Sapo’yê anî ziman ku gefên wan ne jî Çep û Rastan tên ji aliyê komên girêdayî El Qaîdê re tên.
Hat ragihandin ku piraniya ciwanên ku diçin ji Stockholm, Goteborg û Malmo’yê ne û temenê wan dinav bera 18 û 30 saliyê dene. Li gorî agahiyan 12 kesên ji Swêdê li Sûriyê di şeran de jiyana xwe ji dest dane.
STOCKHOLM