Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dildar Ehmed di şahiyê de axivî û balkişand ser siyaseta înkar û tunekirinê ya li ser zimanê Kurdî. Ehmed diyar kir ku êdî gelê Kurd destûr nade feraseta înkar û asîmîlasyonê. Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî SZK’ê jî Bedran Penaber axivî û diyar kir ku ew di her şert û mercî de xebatên zimanê Kurdî pêş bixin û xwedî li zimanê xwe derbikevin.
Piştre xelata wêjevan Hisên Feqe ya ku SZK’ê li Stembolê wergirtibû nîşanî beşdaran hate kirin. Şahî bi belavkirina bawernameyan li xwendekaran û 20 spasnameyan ji SZK’ê ji bo mamosteyên ziman dewam kir. Di şahiyê de helbestvan Ferhad Merdê, Hunermend Elî Mensûr û Koma Zîlan helbest û stran pêşkêşkirin.
ANHA/DIRBÊSIYÊ