
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ev 6 sal in nikarin bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hev bibînin, diyar kirin ku tecrîdê destketiyên demokratîk kirine hedefa xwe û xwestin ku demildest dawî li tecrîdkirina Ocalêan bê anîn.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi mebesta balkişandina ser tecrîdkirina Ocalan rapora 6 mehan li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li şaxê wê yê Stenbolê ragihand. Civîn bi beşdariya ÎHD’ê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) pêk hat, di civînê de pankarta ‘’Ji pergala tecrîdê ya Imraliyê re êdî bes e’ hate nîşandan.
Hiqûq bi her hal û rengê tê binpêkirin
Prz. Ebrû Gunay daxuyanî xwend, got, 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ew nikarin miwekilê xwe bibînin, bi rengekî bê hiqûqî hevdîtina wan tê astengkirin û diyar kir ku li gel vê astengiya kêfî ji 11’ê Îlona 2016’a ve li Girava Îmraliyê rasterast yan jî ne rasterast ti agahî nesitandine.
Gunay got, avakirina heq û azadiyên sereke, rakirina astengên li pêş û avakirina şertên hewce, berpirsyariya destûrî ya dewletê ye û bêyî ku ti hêncetan nîşan bidin xwest ku ev berpirsyarî bi cih bê anîn.
Şertên hevdîtinê çêkin
Gunay diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan têkoşîn û destketiyên demokratîk ên gelên Tirkiyeyê jî ji xwe re kiriye hedef û got, “Şertên ewlehî û tendirûstiyê yên Birêz Ocalan ku hewldanên wî yên ji bo çareseriya demokraîk û aştiya mayinde bûne xwemalî civakê, niha ji her demê zêdetir girîng in. Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tecrîdkirina hewldana çareseriya demokratîk, aştiyê, siberoja hevpar a gelên me ye.” Gunay diyar kir ku helwestnîşandana li dijî tecrîdkirina Ocalan peywira însanî ya hemû gelan e û got, “Bi bayê bezê divê şertên hevdîtinê yên bi Birêz Ocalan re werin çêkirin û divê agahiyeke esih bi civakê re were parvekirin.’’
Piştî daxuyaniyê parêzer û parêzvanên mafê mirovan yek bi yek axivîn, diyar kirin ku tecrîd êşkence ye û divê demildest were bidawîkirin.
STENBOL