Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîşên çeteyan komployeke li dijî mirovahiyê ye û ev yek di zêdekirina êrîşan ji aliyê dijminên Kurdan ve ji bo têkbirina destkeftiyên gel diyar dike.
Daxuyanî wiha didome: “Em bi tundî êrîşên li dijî welatiyên sivîl li Mûsilê, Tûzxormato, Xaneqînê û avahiyên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê li başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û derbasbûyîn ji birîndaran re hêvî dikin.”
TEV-DEM’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Em her tim xwedî helwesteke niştimanî li hemberî hemû êrîşên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê bûn. Em di van êrîşan de dibînin ku aloziyê kûrtir dike û şerê mezhebî dijwartir dike. Ev êrîş rasterast li dijî hemû gel Kurd û destkeftiyên wê ye û deriyê şerekî navxweyî dijwar vedike.”
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de banga li darxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi awayekî lezgîn kir û wiha got: “Em bi awayekî lezgîn bang li hemû aliyên Kurdan dikin ku Kongra Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Lidarxistina kongrê di vê dema hestiyar de pêwîstiyeke dîrokî ye da ku yekgirtina hemû aliyên Kurd pêk bîne û helwestek di vê qonaxa dîrokî de bê diyarkirin.”
Di daxuyaniyê de bang li hemû partî, rêxistin, hêzên Kurd û demokratîk li seranserî Kurdistanê hat kirin ku berpirsiyartiya xwe ya dîrokî di vê qonaxê de pêk bînin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên YPG’ê, YPR, HPG û Pêşmergeyan hat kirin ku bi erka xwe ya pîroz di parastina gelê Kurd de rabin û rizgarî û azadiya Kurdistanê pêk bînin.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû Kurdistaniyên ku malên xwe berdane vegerin welatê xwe û beşdarî parastina axa welat û gelê xwe bibin.”
QAMIŞLO