TEV-DEM hemû însyatîfên ku ji bo yekîtiya gelê Kurd têne pêşkêşkirin, pêşwazî dike û bang li aliyên ku derveyî tecrûbeya Rêveberiya Xweser mane kir ku ji bo serkeftina projeya demokrasiyê bixebitin.
Bangên ji bo lidarxisitna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ji hemû beşên civakê hatin kirin. Di vê çarçoveyê de TEV-DEM′ê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye: ″Bangên ku yekîtiya gelê Kurd û lidarixistna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ji gelek aliyan ve hatin kirin. Em hemû insyatîfên ku ji bo danûnstandin û yekîtiya Kurdan têne pêşkêşkirin, pêşwazî dikin.
Me li Rojavayê Kurdistanê tecrûbeya demokrasiya Rojava-Bakurê Sûriyê pêşkêş kir, da hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bigire nav xwe. Niha jî em derbasî qonaxa Federaliya Bakurê Sûriyê dibin. Em bang li aliyên ku derveyî vê tecûbeyê man dikin ku beşdar bibin, da em yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin û xebatên xwe bixin xizmeta projeya demokrasiyê. Em hewl didin Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî di zûtirîn dem de were lidarxistin û bi ruhekî hevbeş kêmasiyên xwe derbas bikin. Em di vê dema hestiyar de li hember terora navneteweyî şer dikin.
Em hemû bangên ku di vê çarçoveyê de pêk tên pêşwazî dikin. Em ê hewl bidin hemû destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.″
NAVENDA NÛÇEYAN