3’yê Tebaxa 2014’an li xelkê Şengalê ferman hat rakirin û bi tenê hat hiştin. Tevî vê yekê, xelkê herêmê di çarçoveya jinûveavakirinê de, ji tinebûnê pergalek tenduristiyê ava kir. Ji ber ku saziyên tenduristiyê yên hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê hemûyan herêmê hiştin, Şengaliyan xwe perwerde kir û sîstema xwe pêk anî.
Tevî dorgirtinê xebatên tenduristiyê
Li gorî zanyariyên Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê, beriya rizgarkirina navenda Şengalê û derdora wê, xebatên tenduristiyê li devera Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê dest pê kirin. Zêdetirî 10 hezar kesî xwe spartibû vir. Dawiya sala 2014’an li Serdeştê bi hevkariya Hevya Sor a Kurd, Komîteya Tenduristiyê hat avakirin û di bin dorpêça çeteyên DAIŞ’ê de ku derdora çiyayê Şengalê girtibûn, karên tenduristiyê hatin meşandin. Endamên komîteyê li nava kampa Serdeştê rojane digeriyan û hewl dan ku li gorî derfetên xwe pirsgirêkên tenduristiyê yên gel çareser bikin. Ev xebat nêzî salekê li nava çadiran hat meşandin.
Yekemîn nexweşxane
Piştî salekê ku gelek deverên Şengalê ji çeteyan hatin rizgarkirin û derfet hinekî zêdetir bûn, xebatên tenduristiyê jî mezin bûn. Di sibata 2015’an de li Serdeşta Çiyayê Şengalê yekemîn nexweşxane bi navê “Nexweşxaneya Şehîd Zinar” hate vekirin. Bi vekirina nexweşxaneyê re xizmet hîn baştir ji gel re hat dayîn. Piştî rizgarkirina navenda Şengal û derdora wê û destpêkirina vegera gel jî, Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe li herêmên din berfireh kirin. Di çarçoveya van xebatan de li bajaroka Xanesor û gundê Borik nexweşxane, li gundên Medîban û Bîrcarî jî navendên tenduristiyê hatin vekirin.
“Em ji xizmetê razî ne”
Welatiyê binavê Macid Miço ku ji ber nexweşiya xwe çûye Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê, got: “Bêyi ku cudahî bixin nava gel, li gorî derfetên xwe xizmetê didin. Em ji vê xizmetê razî ne. Ger ku li vir derfet nebin û em neçar bibin biçin Hewlêr an jî Duhokê, em nikarin bi rehetî biçin û zehmetiyan dikişînin.”
Astengî tên derxistin
Li nexweşxane û navendên tenduristiyê, ji ber derfetên kêm hemû xizmetên tenduristiyê nayên dayîn. Derfetên ji bo nexweşiyên giran û emeliyatan nînin, lewre nexweşên giran ji bo deverên cuda tên veguhestin. Lê gelek astengî derdikevin holê. Heta niha rêyên Musil, Hewlêr û Duhokê yan girtî bûn an jî astengî hebûn.
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ - ROJNEWS / ŞENGAL